
Şarkı Sözleri
Ax anê ax mehrûmê wax wê wê...
ca sibe bû minê sond xwarî bi sonda qesemê ezê tu cara sorboza xwedî nakim
ca dêl bujî reşboza li rasta Bişêriyê
li xîmê binê Beriyê tim û tim cara hene nakim
di ser Bavê Cemîl Kekê Felemez ra
li dewrana dinyalikê navê tu mêra qebûl nakim ji berê di paş da gotinê bav û bapîrê pêşiyê di me ne bêxwediyê sorboza xayîn in
rojê oxilmê giran gidîno xwediyê xwe xilas nakin yabo
axao nemînim ji axê ra
ji Bavê Xanimê Kekê Nîgarê ra
ji gula govendê, Siwarê Çîçekê ra
ji mêr û mêrxasê binê lengerê di erdê ra
ji timtêla axê ra ji bavê donzdeh eşîrê deşta Surûcê ra nemînim vê sibenge ji Bişarê Çeto Cemîlê Axê ra nemînim
Anê lê mehrûmê sibe bû vê sibengê tu sêr biki
ji derdê dilê min û te ra siwara ji xwe ra siwar dileqandin Mala Dibo dizgînê manegiya li destê xwe alandin
Mala Sîno fîşeng û fîşelixê xwe li navê xwe şidandin
Mala Remê kozik û mederisê xwe bi serê xwe da welgerandin
Mala Faro qayîşê modoliya zendê xwe lefandin
Mala Emer bi devê demança girtin ser kozik û mederisê me ra diteqandin
tu sêr bike vê sibengê agirê kulê bikeve mala qaymeqaymê Kela Kopê Mûşa şewitî Zoqeydîka jê di kavil
çaxa Bavê Cemîl Kekê Felemez dikuştin
ez porkura Xwedê li serê tel û telgirafa digerandim
kîjanî kûçikê wanê şîrîn bû fenanî êmîşê nava desmalê
yadê mehrûmê îro ji êvara Xwedê da jê ra hediye yadîgar dişandin dayê
lo axao nemînim ji Axê ra
ji Bavê Xanimê Kekê Nîgarê ra
ji gula govendê Siwarê Çîçekê ra
ji mêr û mêrxasê binê lengerê di erdê ra
ji timtêla axê ra ji bavê donzdeh eşîrê deşta Surûcê ra nemînim vê sibenge ji Bişarê Çeto Cemîlê Axê ra
nemînim dayê wayê wayê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum