
Şarkı Sözleri
Dayê eman hû yû yû...
dayê lê dayê hêsîrê tengezar û stûxwarê dîsa dayê
lê rebenê sibe ye
dilê min ê bi kulê bi kederê bi birînê bi mereqê xirav
gelo halê dilê mi dibê eskerê Osman Nûrî Paşa eskerekî giran e
lêmişt girtiye bi qayikan û gemiya
li rû Axdenizê, Qaradenizê kenar bi kenar pê bi pê ji xwe ra jêliv tê ezê diçûme pêşiye mi go efendiyo ketime bextê te û bi Xwedê esker gune ne temamî nîşanlî ne
çavê hamiyanî li mala di bavê
tu çawa ji Xwedê diwêrî te berê vî eskerî dabû sefera ser Qersê
zerî malê mi, were malê mi, malê mi, zerî malê min ax hayê efendiyo ez bi hayran sibe bû malê mi tune gede lawikê mi ne li mal e le halê mi ne tu hal e
tu sîla xwe li mi xe bi raîşa amê
de haylo haylo haylo wekî halê min
Le dayê hûy hûy yû hûy hûy...
lê rebenê sibe ye dilê min ê kulê bi birîn li halê dilê mi kînekîn e çadirê Osman Nûrî Paşa birreke sor û di spî ne
devî feratê Bêlecûke vegirtîne
her çadirekî sê semane li binî ne
yeke sor i yeke hêşîn i yekê jê di zerîn e
her semankî sî û sê zeriyê di Mala Nemiroxlî bin da rûniştîne xebxebkê wanê çar tiliya daketîne tilî ne natikê wanê fire ne çar gerdanê wanê ziravê êlî ne pozê wanê picûk û pîjî ne
diranê wanê hûr e mircanî ne zendê wanê zer badayî ne
ser zendan e bazinê zêr û zîvîn e
li ser bazinê zêr û zîvîn kulî hiriyê qerqaşê di spî ne
desta da teşî yê di mûşî ne
derd û kulê dunyayê dibêje dirêse
di ser miskînê heramê mêra da dicivîne
rewşê çeman û kaniya ne dar û bî ne
rewşê behra ne reş gemî ne
gemiyê Osman Nûrî Pasa alîkî wan reş e yekî sor e yek spî ne
di ser ra tev gemî ne
daîma têne ji diwalê ejnebî ne
di nava gemiye diwalê ejnebî da kifşe û jê di belî ne
li lîmana lengerê wan e lêxistî ne
di binê gemiyan da behr in
di binê behran da masî ne
masiyê jê di pûlpûlî ne
temamî çîp û çîplax e rût û bi tazî ne îsal û çend salek e tî û bi birçî ne
rewşê di çiyan e dehl û devî ne
rewşê dehlan û deviyan e kulîlkê jê di kazîne
rewşê zozana ji biharê heyanî payîzê belekiyê berfê lê bimîne
rewşê malan e qîz û xort in
rewşê qîzan e reş kezî ne
rewşê xortan tûncik û temelî ne
rewşê kalan e rîdanê zerîn gopalê di zîvîn e
rewşê pîran e post û bi tizbî ne
rewşê bûkan e qolê zeran e kofî ne
rewşê jina ne piştê di tûsî ne
rewşê tewlan e hespê nêr e cilkirîne
kehêlê Mala Osman Nûrî ne mehînê bi canî ne
rewşê quban e tendûr ocaxî ne
rewsê odan e xalî bi xalîçe emenî ne, pencerê perdelî ne
sê zeriyê mi hene ji Mala Nemiroxlî ne
xebxebkê wanê çar tiliya daketîne
natikê wanê fire ne car tilî ne gerdanê wan e ziravê êlî ne
pozê wanê piçûk e pîjî ne
hetanî ser xala zer memika rût û bi tazî ne li ser kevirê taşbînegê rûnistîne
ezê dikim selamekî li wan zeriyan bikînim nizanim kîjan silava mi hiltîne
zerya mezin e bi mi ra qise nake
zerya ortê ye bi mi ra kîn e
zerya piçûk e dosta kevn e
li ser sêrî herdu çava dêstê xwe silava mi hiltîne her sê kehêlê Mala Osman Nûrî ne
Eyşo Xanim di nav da ne
kehêleke menşûr e bi kêl û bi kember e bi rext û bi ruşme bi gem û jê bi zîn e ezê herime pêşiya Osman Nûrî ne ezê bibêm efendiyo ezê bi te kim
tuyê bide xatirê Resûlê Ekrem Rebê di Jorîn e
tu cara bêxatiriya eskera meke
asker gune ne ji malê xwe qetîne
ji malê xwe da bêhevî ne
dilê wanê kul û derd û bi xem û bi keser û bi birîn e
tuyê lawikê min azad dikî bike
gava azad nakî bi sura sibê ra bîhna bayê kur e, bayê şerq û bayê xerb û
cep û rast li me tê gimîn e
li ber derê xwe li ser ciyê xwe ra
sêsid û şêst û şeş qirdê di xencer bi çavê serê xwe bibîne
zerî malê mi hêy were malê mi hêy malê mi zerî malê mi malê mi
efendiyo ez bi heyran sibe bû malê mi tune gede lawikê mi ne li mal e
le halê mi ne tu hale
tu sîla xwe li mi xe bi raîşa amê
de haylo haylo haylo wekî halê min Le danû hûyû hûy yû dayê
lê rebenê sibe ye dilê minê kulê bi birîn tu sêr bike li halê dilê mi mêze kir
kanîka gundê me bişewite wa li hember e kulîlk û kaziyan li dorê girtî sûr û bi çeper e di nav da hewzê bi mermer e
mi dî cotek kehêlê Mala Osman Nûrî Paşa
di linga da qonderê Intebê çar tiliya bilind e
bi ordama qazê bi meşa quling meşmeş kire hate sere tu sêr bike Eyşo Xanim di nav da ne kehêleke menşûr e bi rext û bi ruşme
bi gem û jê bi zîn e bi kêl û bi kember e ezê herime pêşiya Osman Nûrî Paşa bibêm efendiyo bi te kim tuyê bi Xwedê kî tuyê bidî xatirê Resulê Ekrem Pêximber e tu cara meke bêxatiriya esker e
esker gune ne ji malê xwe qetîne malê xwe da bêhevî ne
tuyê lawikê min azad dikî bike gava azad nakî
bi sura sibê ra bîhna bayê kur e, bayê şerq û bayê xerb û
çep û rast li me tê gimîn e li ber derê xwe li ser ciyê xwe ra
bibîne sêsid û şêst û şeş qirdê di xencer e
zerî malê mi hêy were malê mi hêy malê mi zerî malê mi malê mi
efendiyo ez bi heyran sibe bû malê mi tune gede lawikê mi ne li mal e
le halê mi ne tu hale
tu sîla xwe li mi xe bi raîşa amê
de haylo haylo haylo wekî halê min.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum