Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Peyayê Mala Hacî
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Peyayê Mala Hacî

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Bibêje de siwaro de siwaro
di soniya emrê xwe da gelo vê sibengê piştî heftê bi heyştê salê
bû fîrar û qaçaxo û fîraro
ez ji te ra sond bixwim
peyayê Mala Hacî peyayê xirab nebûn
dayê rebenê di dêrisê gunda da fesadî û şeytanî gundê me da rabû dîsa ji xwe ra kirin qaçax û fîraro de siwaro de siwaro
dayê hela tu bala xwe bidê vê sibengê malxirabo
ezê li dîharê Hespreş diketim dilê min û te ra di Kortê da
minê bala xwe berdayê dîkê nîvê şevê di zereqa tava sibê da li me lê da berxê dayê rebenê lawo mi ji te ra nego
Elî berxê Mala Hacî rabûne ranebûne ji malê siwarê tecrûbelî ne
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê jar ji çêligê mara naçe
lawo tu ma di ser kozikê da
hela bala xwe bidê vê sibengê herdu berxê Mala Hacî
bi tayê bi tenê bûn cahil in gelo zarok in
malxirabo Elî bi herdu lawê xwu va ajotin ser Hacî
gelo vê sibengê gelo lêxistin li erdê da
tu bala xwe bidê Xiyasedîn ji ber xwe da dikişîne bêxwediya ondurtliyê da îro ji êvara Xwedê da di erdê ra kiriye bav û bira
gelo vê sibengê du heb lawê wî bi tenê da
Hacî nayê jibîrkirin di dinê da
le hê dayê rebenê heyanî dunya sax be ezê li dunyayê sax û silamet bim ezê bêjim Îpegê gulîbirê Çîçekê
ez û tu va nemînin dewrana di dunê da dayê lê dayê
Sibe ye ez ji te ra sond bixwim vê sibengê ezê li dîharê Hespireş diketim kula dilê min û te ra vê sibengê li van kaşa
tilî û beçiyê gencê di Mala Hacî gelo li gustîla ji xwe ra li van qaşa dayê rebenê heyfa mi nayê li tu heyfê heyfa mi tê li wê heyfê
sadiqê berxê Mala Hacî li dunyayê gelek in

di soniyê emrê Mihemed Reşîd da gelo tirsim vê sibengê malxirabo ez ji te ra sond bixwim îdam û îstîqlala berxê Mala Hacî derkeve ji qanûna teze
gelo vê sibengê malxirabo ji text û paşa
hey la dayê dayê nemînim li dunyayê
Ezê li dîharê Hespireş diketim dilê min û te ra gelo vê sibengê darî ter e mi dî Çîçekê bang dikire Îpegê go le xweyê gulîbirê çend salê me temam bû
peyayê mala bavê mi gulîbirê gelo ji xetê fetilîn dilê me rehet bû bihîstina mi bihîstiye gelo vê sibengê li taxa jêrîn li devê çem da qelebalix e yeqîn şer e
tu bang bike Mihemed Reşîd bira vê sibengê kal û extiyar e
berxê bira dîsa ji xwe ra nere
le dema deng bi guhê Mihemed Reşîd ra tere
vê sibengê tu bala xwe bidê tivinga xwe hilanî
hêdî hêdî Xwedê xira bike kalbûna dinyalikê emrê ku çû tu carê venagere
xwe davêje nava mezelikê bi sê denga bi ser wan da gelo diqîre dengê wî bi wan da tere
vê sibengê go lo lawo cinyazê me çi heye bi sax û silametî vêda ke şûnda vegere
minê bala xwe berdayê Hacî birîndar e
gelo Xiyas vê sibengê ketiye rê
ji xwe ra berjêr dimeşe wa tere
bi sê denga bang dikir go lawo ber bi kalê apê xwe were
ez ji we ra sond bixwim bi sonda qesemê emrê mi çûye îro bi şûn da
herçî peyayê bajo ser herdu peyayê Mala Hacî
tu cara sax û silametî ser çolix û çocixê xwe da venagere
nemînim li dunyayê
dayê lê dayê axa dayê lê dayê nemînim li dunyayê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.