🎵
ŞARKI SÖZÜ

Qado

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lo lo Qado lo lo lo segvano li vî berî Qadokê mi nêçîrvanê êla me Badika hey bêbexto mi ji te ra nego li vî berî tu rabe qasekî çawa ji Xwedê diwêrî li qarşî konê mala bavê mi keçikê
tu dinêhêrî sekinîne komek xanim û zerî
rabe te ji gavê din da cîgera mi kirî parçe parçe donzdeh kerî tu li derê mala bavê mi gulîbirê megere mesekine li vî hemberî tu dêhna xwe bidê vê sibengê emê bi destê hevûdu bigirin xwe berdin berdin welatê xerîb ser şexsan û zareta
belkî miradê miradxwazan hasil bike
miradê min û Qadoyê mi nêçîrvanê êla Badika bi tevahî
berxê ji xwe ra vê sibengê biçe serî lawiko
were Qado hoy hoy Qado segvano Qado
Lê lê wê lê wê lê lê muhubê mesekine li zozana nava kona
vê sibengê malxirabê konê mala bavê te giran e
ezê nas nakim tu cara vî çadirî vî konî
tu rabe berxê tim û tim cara ji te ra bêjim
muhuba dilê mi şîrîna dilê mi gelo dîsa ronî
berxê kaviliyê gunda da gelo vê sibengê
nava qîz û bûkê komê xaniman û zeriyan rûmenê
qîz û bûkê êlê fesad û şeytan in
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi navê Quranê
vê sibengê malxirabê tu dêhna xwe bidê
tu him mûm î him meşel î wey la li mi rebenê dîsa vê sibengê malxirabê ez ji te ra sond bixwim dêrisê gunda da tu mûm û çiradon î yeman ya... le Qado Qado Qado le Qado

Lo lo Qado lo lo egîto sibe ye rabe
tu sêr bike gelo megere li van hembera
tu rabe lêvê mi tenik e fena kaxit e
diranê mi hûr e fenanî mircan e
sêr bike pozê mi piçûk e fenanî pozê kewan e çavê mi reşbelek reş kildane
biriyê mi tenik e fena têla qeytan e
sûretê mi sorî sosinî xalxalî ne, nîşan tê da ne
bêbexto ez ji te ra sond bixwim
tilî bêçiyê mi fenanî hubrê qeleman e

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.