Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Qedemşorê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Qedemşorê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Eman eman eman...
lo lo kuro kulmalo heya dunya xweş ava be
ez ji te ra bibêm eman eman
lo bê qewlo, qewl û qirar ji bona min û te va nema
te ji xwe ra wez helandim kirime qûmê devê kanyan û çema
bê qewlo bê qiraro, ava malxirab dikişiya qûma hûr jê nema
ocaxkoro di kaviliyê gunda da te ez helandim bi qirama lo bi derhe-
ma
heya sala sed û yekî bi cotê zermemika li hêvya te ma
yar yar yar...
werî
yar yar yar...
werî lê lê eman lê lê qedemşorê
Eman eman eman...
lo lo kuro kulmalo sibe bû vê sibengê malxirabo
bihar e malê me danîne li zozanê jorîn
çiya û banî deşt û gidî li zozana
le sibe bû qiranê mala bavê mi pir giran bû, ser me da hatiye dana ezê rabim cotê elbê toqatî bavême zendê zerbadayî
seb xatirê lawkê xwe yê cindî bikevim nava qîzan û bûka, bêrîvana lo lo kuro kulmalo çima ez û tu va wisa ketin ser zaran û zimana heya mîla ber şefekê lawikê xwe bînim oda heremê nav mêvana bira destê xwe bide binê serê mi keçikê
hewara Xwedê serê xwe bide ser cotê zendê minê zerbadayî
bira ji xwe ra gelo şa be bi cotê zermemika, zer bistana
yar yar yar...
werî yar yar yar...
werî lê lê eman lê lê qedemşorê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.