Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Qemerê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Qemerê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

De lo yeman he hû lo yeman qemerê sibe ye vê sibengê
ezê bi rojê ji te ra bibêjim qemerê bi şevê bibêjim qemerê
bi saetê bibêjim qemerê saniyê bibêjim qemerê xwûnşêrînê, gerdenzerê, lêvtenikê ji heba vê defterê
tu sêr bike malxirabê xwûnşêrînê, gerdenzerê
na wele tu rabe qasekî ez û tu va
ji malê meşkîne hewlîkê vê sivderê
de bira heramî mêrê te xwe bide li ser xênî ezê destê xwe bavêm nava reşguliya
devê xwe bikime xal û xetê gerdenê
xebxebkê ber guhara, nîşanê nava zerbistana bêçiyê xwe bavêm ber qaşa vê kemberê de bira heramî mêrê te ji derda werê
ewê bi çavê serê xwe bibîne
wê bibê bi gotina Xwedê, bi qewlê pêxemberê îro şûnda tu ji min ra nabî, rabe ji mala mi derê
yeman wî Iyeman yeman.....
yeman lo ez gune me gidî
Lê lê qemerê sibe ye kanî dûr e qemera mi ji avê tê tu bala xwe bidê bejna zirav, gerdena zer, qolî zêra li bejna zirav kembera zîvîn çuqa lê tê
gelî gundî cînarno vê sibengê tu bala xwe bidê malxirabo ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê destê xwe davêm nava reşguliya
devê xwe bikime xal û xetê di gerdenê
ez birindar im fenanî gelo birindarê topa şerepnarê
na wele bêxwediya modoliyê gelo derba bêxwediya dînemêtê ca taxima sing û berê qemera mi
fenanî belekiya berfa çiyayê Çûlyê li Maçûlyê,
li Axûryê, li Sînê bi Sînegê
Qazgol û Bîngol û Şûşar û Tekmanê welatê me Serhedê

gelo tim û tim cara spî dikeli etegê Xamirpêtê ez ji we ra sond bixwim bi sonda qesemê
bi navê Quranê, dîn û îmanê, bi telaqê jinberdanê sura sibê bîna bayê esrê gelo ji xwe ra tim cara lê tê
bê yeman ez şîwar im yeman
ez stûxwar im yeman, tengezar im yeman seb xatirê qemera şîrîn gelo
dêrisê gunda da ez stûxwar im yeman
De lo ha, lê lê qemerê sibe ye vê sibengê
tu dêhna xwe bidê Qemera mi sekinî li banê qesrê
gidîno gelo vê sibengê malxirabo xwe dabû ser şêmîgê sekinî, ca li sivderê sebrê tu dêhna xwe bidê avêtî gerdena zer qolî zêra
bi ser bejna tenik û zirav da berda şirikê vê kemberê
ezê devê xwe bikim xal û xetê di gerdenê
eman ez dimirim nemrim bi wî kulê, bi wî derdî bi wî keserî
li mi li mi li li mi li mi min...
li mi li mi li mi li mi li min gundo
Lê lê gidiyê di dêrisê gundan da em dudu ne
sêr biki li ber dêrî ez û tu ne
li ser xênî sebrê dîsa em herdu ne
Xwedê xirav biki derisê gundê we bûne fesad û şeytan li dû te û min e fesadî û şeytaniya xwe kirine
ji miskinê heramê mêrê te yê xirav ra digotine
eva marusê lawê marusa tevî heval û hogirê xwe
li
gera biniya mala runiştine
kewa mina gozele gogerçîn xwe dabû banê qesrê
li ber pencerê sekinî çavê wê li min e
ji tirsa vî marusê lawê marusa
nikare du deqa li kêleka min rûnê nasekine
li mi li mi li li mi li mi min...
li mi lo ez birindar im gundo.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.