Şarkı Sözleri
Lê lê Zerî Domamê sibe ye mi ji te ra nego
dilê mi qoce Bîngola jê di rengîn e
werdega Gola Qebo
dilê mi i qoce Bîngola jê di rengîn e
sazî serê qoce Bîngolê şax şaxî ne
binê şaxan e golgolî ne alîkî me zozan e yek Şûşar e yek Tekman e
werdeka Gola Qebo bo tu sêr bike pêşiya me qoce Şerefdîn e359 lê
lê lê Zerî Domamê li pêşiya me qoce Şerefdîn e lê
malê me Bêrtiya salê carekî lê datîne
şan û şuretê Bêrtiya min e belî ne
ji berê di paş da gotinê bav û bapîrê pêşiyê di me ne
qîzê me Bertiya herçî zimanê wan e tûdî ne
zaravê wan e şîrîn e xeberdanê wan e şekirîn e
dev û lêvê wan e tenik û kaxitî ne
diranê hûr e mircanî ne vê sibengê serê memkane sor e binî spî ne
fenanê fîncanê feyfûrî ne fenanî sêvê ji sêvê Xelatî ne
çend saleka bigêhêje li serê pelan û dara bimîne ji berê di
i paş da gotinê bav û bapîrê pêşiyê di me ne qîzê me Bêrtiya temamî qismetê mêrê ji mêrê kotî ne lê lê Ay bêmalê sibe payîzê gote zivistanê
Gulê gote Rihanê go xwengê gelo halê te çî ye
go dayikê tu nizanî halê mi çî ye
wexta mi kotî ye, berf û bager e
welatê Serhedê derî û pacê li miskînê mêrê mi girtiye Ezraîlê kulê Melekê Mewtê heft ro heft şeva geriyaye
derê vî marusê qe nediye
heya biharek ser ometa Mihemed Mistefa da hatiye diçi bala xwe didê li alî koxê xwe da rûniştiye paşê ruhê vê marusê jê standiye
cewabekî nebxêrê hatiye dibê alîkî porê kewa te ya gozel e gogerçîn e nazik û nazenî di ber miskînê heramê mêrê xirab da spî biye lê yeman
Ay Zerî bêmalê dilê mi qoce Bîngola jê di rengîne werdega Gola Qebo dilê mi qoce Bîngola jê di rengîne mi dî kewa min e gozel e gogerçîne
tevî miskînê heramî mêrê di kotî ne
hêşiya konê Erebî rûniştîne ser zendê kulî hiriyê qerqaş e
desta da teşiya di mûşî ne derd û kulê dunyayê dibêje dirêse
bi ser miskînê heram ê xirab da ji êvar da dicivîne yeman ye
Lê lê Zerî Domamê mi ji te ra nego dilê mi qoce Bîngola jê di rengîne
tu bala xwe bidê vê sibengê malxirabo serê şaxan e golgolî ne
binê şaxan e vê sibengê temamî çem û çavkanî ne
alîkî me zozan e yek Şûşar e yek Tekman e
vê sibengê werdega Gola Qebo li pêşiya me qoce Şerefdîn e
mi bihîstiye hûnê herin welatê xerîbê bi koçerîne
tu bêjî kalemêrî bavê xwe da kotî miskînê heram î mêrê xirab
bira serê qantiroka belek bi destê mi bixîne
çend saleka li welatê koçeriyê berxê mi bi xulamî bi te ra bigerîne
lo lo kuro kulmalo gelo vê sibengê gotina tu dibêjî weha nîne
keçikê tu diçî welatê xerîb û xerîbistanê
minê malxirabê mi ne mal e, mi ne hal e, mi ne pez e, ne dewar e mi ne cot e, ne cobar e, mi ne xatî ye, mi ne xal e berxê tu diçî welatê xerîb û xerîbistanê ji halê dilê rezîl qe çawa be lê lê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum