Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ro Kurtik Bû Mi Têr Nedî
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Ro Kurtik Bû Mi Têr Nedî

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Eman eman eman...
lo lo kuro hêtîmo te ez helandim
kirim qûmê devê kaniyan û çema
lo rebeno te ez helandim kirim mûm û jê di şima hewar Xwedê qewl û qirar ji bona min û te va nema sala par vî çaxê te sozek ji mi ra berre dabû
hey bêbexto tu rabe am û alem tev zewicî
ez li hêya qewl û qirar soz û bextê te mam
ema eman eman gidî
ro kurtik bû gelo mi têr nedî
te ez kiribûm xezala kuvî nebûm kedî
lawkê cindî şevê nîvê şevê li xewna xwe dî
Eman eman eman...
ax eman lawko yeman
lo lo êtîmo gelo mi xêr nedî ji te, ji xwe, ji vî dilî
reben ez im gelo vê sibengê mi dî kewa gozel ji malê derket bi ordama qazê meşa quling berjêr dimeşiya dimilmilî sebrê gelo serê şuştî berxo porê şil î
ca tu rabe destê xwe li nava destê mi bixîne
hewar Xwedê gelo di miradê herçar rojê di ewilî
ax eman eman lo ez gune me
eman eman eman gidî
lawko gidî gelo ro kurtik bû mi têr nedî
ez xezala kuvî bûm dêrisê gunda da te ez kirim kedî ez ji te ra sond bixwim ro kurtik bû mi têr nedî.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.