Şarkı Sözleri
Lo lo çemo lo lo lo lo lo...
çemê Ambarçayê hê hê herî lo
gidî gelo berfekî li me barî lê lê lê lê lê fena kayê Xwedê xirab bike ne buhur e ne delav e
ezê dikim herime dîtina vê Sadiyayê
ew çi kes i mala xwe xirab dike ocaxê xwe kor dike derê xwe bi heft kilîta mor dike
dibê taxima sing û berê Sadiya Xanimê reş e deq lê nayê
ê herî lê lê bê herî lê lê ax herî lê...
ax herî lo ax herî lo ax lo lo Xelîlo
Xelîl qurban li ber çavê xelkê ne tişteko li ber çavê mi sêwî serkura Xwedê
fenanî lokik ji lokê Îbrahîm Paşa Mîrê Milî
wey Xwedê Rebiyo bi qeydo Rebiyo lo bi zincîro
Lo lo çemo vê sibengê malxirabo
li me barî berfa lê lê lê lê lê berfa hûr e Xwedê Rebiyo li me rabû çemê Ambarçayê
ne buhur e ne delav e reben ez im lo çuqa kûr e
hewar Xwedê vê sibengê dikim herime dîtina Sadiya Xanimê
ne bi salan e ne bi mehan e
reben ez im ne bi rojan e çuqa dûr e
xelk bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê
ez evdalê Xwedê bûm aşiqê bejna zirav guliyê hûre
ew çi kes e mala xwe xirab dike
dibê taxima sing û berê Sadiya Xanimê reş e deq lê nayê
hûn ji bo Xwedê şahde bin
alîkî gul e yek jê nûr e
herî lê lê hêrî lê lê bê herî lê lê
ax herî lo lo herî lo lo lo Xelîlo
Xelîl qurban li ber çavê xelkê ne tişteko
li ber çavê mi sêwî serkura Xwedê
fenanî lokek ji lokê Îbrahîm Paşa Mîrê Milî
wey Xwedê Rebiyo bi qeydo Rebiyo li minê lo bi zincîro.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum