Şarkı Sözleri
SALIH Û NÛRÊ - gotin
Nûrê digotî Saliho bê qurban heyran
dikim sûra Diyarbekirê ji vir rakim pismamo lo ezê alîkî bi qesr û bi qonax kim, domamê lê
alîkî bi bostan û lo bi xiyar kim, serbizêrê lê
îro çend e dikim nakim lo naqedînim, serbizêrê lê mi sond xwarî tu dila li ser dilê xwe û Salihê pismam ra gidîno ji îro şûnda nahebînim, domamê lê
ax piçûko piçûkê birano, qandar û qatilê neh mêrano
bi emir çardeh û li sûra bajara Diyarbekir
ji bextê Nûrê bi Hedê ra bû sed û yek sal ceza û îdam danê lê
Ax Nûrê domamê sibe ye tu bala xwe bidê
dilê mi eskûkê kelekela behra Wanê pismamo lo
ca mi dî gemîçiya gemî qayîkê xwe berdani, serbizêrê lê
îro ji êvara Xwedê da sêr bike xwe dane rûbarê vê Tetwanê, domamê lê hela bala xwe bidê tavê xwe dabû şûşe û pencera
cam û camekanê mahpûsxanê, serbizêrê lê
mi dî jinê qandar û qatila dergûşê lawîn li milane meşyane derê cezaevî lê mahpûsxanê, domamê lê dil hene dergûşê lawîn teslîmê van camêra bikin dikin dewa her sê kevirê reddakirina jinberdanê, serbizêrê lê Salih digo
Nûrê tu hatî ji bona her sê kevirê reddakirina jinberdanê, domamê lê go pismamo
li şanê te nakeve tu ji mi ra divê vê gotinê lo qisedanê, pismamo lo
ez hatime qolê zêrê serê xwe bidim Salihê pismam
tevî hezar û pênsid mahkûmê Diyarbekir
îro ji êvara Xwedê da bidime ca berdanê, ay pismamo lo weyla piçûko piçûkê birano, qandar û qatilê neh mêrano bi emir çardeh û li sûka bajara Diyarbekir
bê ji bextê Nûrê bi Hedê ra bû sed û yek sal ceza û îdam danê lê lê lê domamê
Nûrê digo lo lo pismamo
minê şeva îşev ji pismamê xwe ra lo xewnek dîbû, pismamo lo mi dî ez gulîbira Xwedê nexweşê bêhal bûm
nexweşê nava cî bûm domamê lê
mi dî li dora mi gulîbirê birek merivê nûranî temamî rûniştîbûn
li serê hemiyan şaş bû şaşê di spî bû pismamo lo
mi rebenê tarîfa xewna xwe lêxistiye, mi gotiye
minê Salihê pismam tevê hezar û pênsid mêrê mahpûsxana Diyarbekir
bi qolê zêrê serê xwe raca kirîbû pismamo lo
mi gulîbira Xwedê nizanîbû vê sibengê xewnekî şevê nîvê di şevê bû minê ji xwe ra lo xewnek dîbû, domamê lê
ay pismamo lo
wey la piçûko piçûkê birano, qandar û qatilê neh mêrano
bi emir çardeh û li şehrê bajara Diyarbekir
ji bextê Nûrê bi Hedê ra sed û yek sal ceza û îdam danê lê lê
Ax Nûrê digotî pismamo sibe ye sêr biki
dilê mi eskûka Xwedê ji dilanî dil dibêyo, domamê lê
ezê rabim xwe berdime nava çarşî û bajara Diyarbekirê domamê lê mi dî midde umûmê, hakima, her çar ezayê mehkemêyo, pismamo lo milê xwe kutane hev da
ji nava çarşiya Diyarbekir da berjêr têyo, xayîno lo
ez gulîbira Xwedê diçûme pêşiyê
mi qolê zêrê serê xwe qetandiyi avête di pêşiyê domamê lê
gidî mi destê xwe dabû desta, devê xwe kirî saqa vê gîzmêyo, serbizêrê lê
digo lê lê Nûrê tu hatî çi rica û çi dîlekê domamê lê
go cezareîso
ez hatime tuyê Salihê pismam bidî xatirê Xwedê û Pêximbera
xatirê lo mi kevnê yê pismamo lo
go Nûrê domamê minê kaxit û dosya Salih şandine şewitiya Enqerêyo piçûk im lê
belkî îşev ji êvara Xwedê da lo neqis têyo, domamê lê
go cezareîso ezê nasekinim li hêviya kaxit û lo beratêyo pismamo lo
digo Nûrê domamê tu here
minê Salihê pismam tevî hezar û pênsid mahkûmê Diyarbekir dabû xatirê Xwedê û pêximbera, xatirê te jina çêyo piçûk im lê ay domamê lê yê yê hê yê
piçûko piçûkê birano, qandar û qatilê neh mêrano
bi emir çardeh û Nûrê ji sed û yek sal û îdam xilas kiro hewû gidyo di soniyê da bi Nûrê ra xayîno lol o lo
Salih digo lê lê Nûrê
bejna te zirav e ji tayê rihanê ji têla vê kewretê piçûk im lê sêr biki hêşin dikir li bajara Diyarbekir
li derê Úlû Camiyê lo vê mizgeftê, serbizêrê lê
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
bi navê Quranê, bi sûretê vê Beratê, domamê lê
ezê te bikujim ji bona tu çima ji bona ceza û îdama mi geriyayî
li qapiyê hukumatê vê dewletê, serbizêrê lê
ax xayîno lo lo lo
piçûko piçûkê birano, qandar û qatilê neh mêrano
bi emir çardeh li şehrê bajara Diyarbekir
ji bextê Nûrê bi Hedê ra sed û yek sal ceza û îdam danê
lê Nûrê ji sed û yek sal ceza û îdamê xilas kiro
di sonyê da bi Nûrê ra xayîno lol o lo.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum