Şarkı Sözleri
De lo lo lo lo ax lo lo lo lo
hewî Saliho lo bira sibe ye dilê mi rebenê di xemê da sibe bû mi gulîbirê xewnekî dîtibû di xewê da
mi dî dilê mi rebena Xwedê ditirsiya di xemê da
mi dî Salihê Mihemed Bavê Hediyayê Siwarê Porsorê
ji mal siwar bû lixwe kirî şal û şapikê di madanî,
eba Hezroyî, gidîno têlikê tiftikê Silêmanî
mi rebenê bala xwe berdayê sê fitl û saralixa bêxwediya beşliyê
li bejna xwe na tenik û zirav ca girêda
ezê rabim xwe berdime pêşiya Bişarê Çeto Bavê Şebo Cemîlê bira ezê destê xwe bidim desta bibêm Cemîlo ez bi bextê gora Çeto Axa ketime
gidî tuyê derbekî bi dest bermede bedena egîdê mala bavê mi nemayê bejna kekê mi zirav e li qayde ye fenanê qamîşê dev golê da
ezê vê sibengê malxirabo tu sêr bike Bişarê Çeto Cemîlê Axê Bavê Şebo ca agirê kulê bikeve beyta Bişarê Çeto Bavê Şebo bi ser Cemîlê bira da derbekî bi dest berdane bedena egîtê mala bavê mi nemayê
tu sêr bike niquta xwûna gewez ji jor da diniqutî
li ser saqa gîzmê gidîno nalça qonderê da
lo lo lo lo lo ax lo lo lo lo lo lo lo ronî
ezê li piştî Salihê Mihemed Bavê Hediyayê rûnêm le îro bi şûn da tim û tim cara ji kî ra bêjim ronî gidyo tu ronîka herdu çavê xwenga xwe çêtir î heyla ronî
De lo lo Saliho ax lo bira sibe bû
şerekî li me çêbû qaleka li me qewimî li Kela Merhanê gidîno li banê qesra Mala Çeto li girê bi kereng e
sibe ye mi dî tivinga destê Salihê Mihemed Bavê Hediyayê le siwarê Porsorê bêşliya romê bû
sêr bike ji êvar da xira bûye hey la li mi nemayê nade deng e
mi dî xulam lawê xelkê ne hespa ji tewlê dikişînin
go Saliho lo lawo dijmina bi devê devzirava girtî
banê qesrê li me birrîne tu çê be çê bixebite
ji xew rabe gidîno êvar e ro dereng e
ezê rabim xwe berdime pêşiya Bişarê Çeto Bavê Şebo destê xwe bidim desta devê xwe bikim saqa vê gîzmê
bibêm Bişaro, di bextê gora Çeto Axa ketime
tuyê derbekî bi dest bermede bedena egîtê mala bavê mi nemayê peyayê mala bavê mi serkurê mêrê oxilmê giran gidîno roja teng e
li qarişê qîz û bûkê êlê temiya mi li te be
dijmin û neyarê me gelek in
gidîno ji xwe ra xirab neke rewşa kolos, fitlê kofîka mina donzdeh reng e
Lo lo lo lo lo ax lo lo lo lo lo lo ronî
ezê li piştî egîdê mala bavê xwe gulîbirê rûnêm
le tim û tim cara ji kî ra bibêm heyla ronî
gidî gelo li qarişê dijmin û neyara
le tim û tim ji ronîka herdu çavê xwenga xwe çêtir î ronî
Lê lê dayê rebenê sibe bû
wa mi ji te ra nego keko witê bi mi witê
Saliho lo bira sibe bû mi delîlê ji te ra nego witê bi mi witê
tu rabe qasekî girêde bi du cî fîşengê di mawzerê
lixwe bike şal û şapikê madanî,
eba Hezroyî, têlikê tiftikê Silêmanî
girêdana bêxwediya qasatûrê çuqa li bejn û bala te tê
ezê rabim xwe berdime pêşiya Bişarê Çeto Bavê Şebo Cemîlê bira
destê xwe bidim desta devê xwe bikim saqa vê gîzmê
ezê bibêm Bişaro
di bextê gora Çeto Axa ketime
tuyê derbekî bi dest bermede bedena Salihê Mihemed Bavê Hediyayê peyayê mala bavê mi serkurê mêrê oxilmê giran e rojê ji rojê oxilmê giran
şerek ji şerê malika kêrê me û we tê gidî xirab neke rewşa qîzani bûka
na wele vê sibengê timtêla kofîka mi hermetê
lo lo lo lo lo ax lo lo lo lo lo lo lo lo lo.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum