Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Sê Zerî
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Sê Zerî

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Bê Dîlberê mi li dîharê Qersê Qaqizmanê lê lê lê... lê bedewê le berxê ezê bi heyrana bejna zirav, dêmê gulî,
yanaxê ehmedî, terzê di hakimî, şemlê di Erebî
çepilê dirêj, kofî û vî kitanê girêdanê
gava têm yalî malê tu çima wisa bi mi ra bi kîn î bi buxzî
gede gûdê van sal û zemana ra dikevî qisedanê
Digo de lo lo lawiko sibe ye dilê mi ji dilanî wa ye
ciyê me Bexda yi
Entaba Helebê ciyê weliya yi
kaviliya Mûşê ciyê feqiya yi
Korta Bîtlîsê ciyê şêxan û mela yi
welatê Elaşgirê ciyê rêncberan û çifçiya yi
kûraniya Entabê ciyê axa û axalera yi
nav Hesena ciyê siwaran û rimbaza yi kaviliya Milazgirê kûraniya aşa yi
nav Heyderan ciyê qîzan û bûka yi
Eledax mexelê hogeçan û miya yi meskenê yêşîlbaşa yi
Kosedax mîrê çiya yi
Gilîdax mexelê pezkuviya yi
Sîpandax ciyê şehîdan û xaziya yi
belekê berfê heliya li etegê Bilêcanê mayi
Enqere şewitî textê di paşa yi
Sûra Diyarbekirê sertacî sûra yi
Siwêrekê li me anî koka feqîr û fiqara yi
Erziruma rengîn ciyê zozana yayle yi qişle qawûşê eskeriyê cendurma yi qolordiya me tê da mayi
cehê gundê me zer bûne, genimê welatê me simbil dayi
te yê ji gavê din da tîrekî li serî dilê mi dayi
serê tîrê çar tiliya şikestiye dilê mi da mayi vê bêxwediyê dilê mi da şax vedayi

birrek doxtor û sertebîbê dewletê rabin
nizanin serê tîrê di ku da yi
erê pismamo çika were ji gavê din da di emrê mi çarde va
minê ser te ra bi kî ra xeber dayi lo lo lo lo lo....
lawiko tu yî sebebê ter û caniya min î
wê li emrê minê çarde salî
eman te yê di kaviliyê gunda da ez kal kirim
tu sêr bike dilê rezîl qet pîr nabe
xwezî ji xêrê xweziya di Xwedê ra
di dêrisê gunda da mirin hebiya
dilê rezîl ra kalbûn qet tunebiya lo lo lo... lo lawiko
Kuro bi kulmalo ji kaviliyê gundê me wê da gidîno gundekî pir mezin e lê lê lê lê... lê bedewê delaliyê ji kaviliyê gundê me wê da gundekî pir mezin e
ezê ji gundê jêrîn diçûme gundê din e
mi dî sê zerî li serê rêka mi rûniştine
yekê kurmanc e, yeke seyîd e, yeke jê di torin e
her çî kurmanc e temamê bêbext in
her çî seyîd e xwedî kiramet in karê mi pê tunîne
yanga torin e îşiqa herdu çavê mine
ca rab gelo vê sibengê ezê ji taxê jêrîn diçûme taxê din e
mi dî tû qîzê êlê kêlekê dîwara rûniştine
te yê çend gilî gotinê xirab ji terefê mi da digotine
go lawiko sibe ye dilê mi ji dilanî wa yi
ciyê me Bexda yi
Entaba Heleb ciyê weliya yi
kaviliya Mûşê ciyê feqiya yi
Korta Bîdlîsê ciyê şêxan û mela yi
welatê Elaşgirê ciyê rêncberan û çifçiya yi
sêr bike kûraniya Entabê ciyê axa û axalera yi
nav Hesena ciyê siwaran û rimbaza yi
kaviliya Milazgirê kûraniya aşa yi

nav Heyderan ciyê qîzan û bûka yi
Eledax mexelê hogeçan û miya yi meskenê yêşîlbaşa yi Kosedax mîrê çiya yi
Gilîdax mexelê pezkuviya yi
Sîpandax ciyê şehîdan û xaziya yi
belekê berfê heliya li etegê Bilêcanê mayi
Enqere şewitî textê di paşa yi
sûra Diyarbekirê sertacî sûra yi
Siwêrekê li me anî koka feqîr û fiqara yi
Erziruma rengîn ciyê zozanan û yayle yi qişle qawûşê eskeriyê cendurma yi
qolordiya me tê da mayi
cehê gundê me zer bûne, genimê welatê me simbil dayi
te yê ji gavê din da tîrekî di serî dilê mi dayi
serê tîrê çar tiliya şikestiye dilê mi da mayi vê bêxwediyê dilê mi da şax vedayi
birra doxtor û sertebîbê dewletê rabin
nizanin serê tîrê di ku da yi
erê pismamo çika were ji gavê din da di emrê çarde va
minê ser te ra bi kî ra xeber dayi lo lo lo lo lo....
lawiko tu yî sebeba ter û caniya min î
wê li emrê min î çarde salî
eman te yê di kaviliyê gunda da ez kal kirim
tu sêr bike dilê rezîl qet pîr nabe
xwezî ji xêrê xweziyê di Xwedê ra
di dêrisê gunda da mirin hebiya
dilê rezîl ra kalbûn qet tunebiya lo lo lo... lo lawiko.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.