
Şarkı Sözleri
Yadê mehrûmê sibe bû çûme Diyarbekiranî şewitî ji dilê min û te ra xweş mesken e
lê gidîno sibe bû çûme Diyarbekiranî şewitî
ji dilê min û te ra xweş mesken e hey wê
Sebeb çuqas sûr e ewqas bi beden e kevir kuçikê tu di tê da
temamî kevirê kaviliya Cebaxçûrê
kesk û sor û qabirme ne
îroj sê roj û sê şev e
te ez kirim qereqol qumandanîkî
şêxekî Senaniya kefîkî sor bere dabû serê mine bêmal teyê ez kirim dewrêşkê rû dunya
elbaneke darîn daye destê mine
li bajara Diyarbekir temamî gerandime hey lê... seranpê te ez kirim sofîkî
ji sofiyê derê Camiya Ehmedî Xelê
îro sê roj û sê şev e tu sêr bike ezê digerim nagerim
sûra bilind i gidiyo lo vê sibengê
ji bextê min û te ra tu rê tê tunene lo
Ay tu mekra mekran î wê...
hey lê bi ordama xerîbê,
derdê giranê, kulîlka nava xortanê,
çîçeka dest qîzanê,
te saca Helebê, qîra qetranê,
dûz dabanê, ordî bozanê,
soz yalanê, kula pir giranê,
derdê bêdermanê
dikeve can û bedenê mêrê busulmanê,
dîl bîlmezê, korpî geçmezê, qapî emelê,
pere surûkê, bazar çurûkê,
te xêr ji bazara xwe nediyê
sebeb tuyê di soniyê da ax sebeba terr û canî genciya min î wê wê
Ay ay ay...
bêmal sibe bû çûme Diyarbekiranî şewitî
di dilê min û te ra qenter e xweş qenter e hezar û hefsed mal tê da bi qeyd û bi defter e
gemîçiya gemî qayikê xwe berdane sere
gidî sal û sancê wan ji xwe ra derab derab dane bere koçka qîza qiralî li ser e
keçik dilber e, lawik esmer e
xizêma di pozî keleşa mi da serkanî xizêma altûn zêrê zer e
navê min û keçikê tev li ser e
lawîko tilî û bêçiyê min ji te ra bi qelem e
zarê min bi gotin û xeber e
sing û berê min bi kaxit û defter e
tuyê katibekî ji dewleta malxirab rake
bira çend rojeka rûnê deyn û borcê dewletê binivîse
wêl xeyalo gelo adrêsa min û te va bidi sere
ax wêl wêl wêl...
bêmal sibe bû vê sibengê tu sêr bike
diçûme Diyarbekirê vê sibengê qentere dudu ni
yeke Sînan, yeke Sêwas e, yeke din e
jinê me Kurmanca, pîrê heftê zemanî li ber dîwara rûniştine
gilî gazin û gotinê xwe ji hevûdu ra digotini
teşî û kuliyê xwe ristini
fesadî û şeytaniya xwe kirini
go qiza filankesê lawê bêvankesê çav berdani di hevûdini lawiko îşev ji pêra yanî kuştina te yanî berdan û îdama min i tu rabe em têkin nigê xwe cotkî solê jê di hesini
derbasî adê di behra bibin
ji xêrî Xaliqê Alemê Rebê Jorîn kes nizanibe em ji ku ni eger ji me pirsîne gotinin hûn ji ku ne?
em bêjin em qandar û qatil û xwûnî ne dê û bavê me kuştî ne
heger gotine hûn çiyê di hevûdu ni
emê bêjin em xwûşk û birayê hevûdu ni
eger gotine beksê we ne li hevûdû ni
emê bêjin bavê me yek bû, yar bêmalê pîr û dayikê me dudu ni lê
Ay tu mekra mekranî wê...
weyla bi ordama xerîbê,
derdê giranê, kulîlka nava xortanê,
çîçeka dest qîzanê,
saca Helebê, qîra qitranê,
dûz dabanê, ordî bozanê,
soz yalanê, kula pir giranê,
derdê bêdermanê
bikeve can û bedenê mêrê busulmanê,
dîl bîlmezê, korpî geçmezê,
qapî emelê, pere surûkê, bazar çurûkê, te xêr ji bazara xwe nediyê
Sebeb tuyê di sonyê da sêr biki vê sibengê sebeba terr û canî genciya minî
hey wax wê wê wê ax hayê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum