Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Sebra Dila
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Sebra Dila

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Sebra dila mi ji te ra nego bihar e heyamê dila hayê hayê... hayê hayê hayê ax lê dil xatira gidî
êrê berxê bihar e heyamê dilan û xatira
xwezil mala bavê sebra dila
ji welatê xerîbiyê bar bikira bihata vira me yê bi destê hevdu bigirta emê biçûna Qazgol û Bîngol zozanê hênik zozanê gula gul û sosin biçiniya tevêhev bikira
xwezila miskînî heramê mêrê te bimira kevna jina mi bi ser da
emê biçûna welatê xerîb û xerîbistanê bira kesekî em nas nekira
minê çend rojeka ji qarê dilê rezîl
ji te ra bigota xwûçkê te ji min ra bigota bira
şevê nîvê di şevê li ser cî û nivîn û yataxê rûniştana me yê gilî gazinê dilê rezîl wê ax lê tev bikira
werî bê de can de can...
de can ez sevdalîme ax hayê
sebrê gidî ji bona bejna te ya zirav
di dêrisê gunda da ne sax im hey wax li min lê ne mirîme
Sebra dila ezê navê te nizanim
bi navê şêrîn divêm wî wî wî ax lê pêşmalzerê gidî
ezê bi rojê ji te ra bibêjim pêşmalzerê
bi şevê bibêjim pêşmalzerê
gustîlzêrê, qaşalmastê navê mi li serê
heft xwezila bi wê çaxê
ez û tu va ji malê meşiya vegera biniya mala vê bêderê te navê min û xwu va nivisiye avêtiye ser bendê vê mêzerê
mêzer şûştiye avêtî ser darê vê çeperê
bes e pişta xwe bide xênî, kêleka xwe bide caxê vê pencerê hela rabe emê ji malê meşkîne hewlîkê vê sivderê
bira heramî mêrê te xwe bide li ser xênî

ezê destê xwe bavêm nava reş guliya
tilî û bêçiyê xwe bavêm ber qaşa vê kemberê ramîsanekî li dev û lêvê şekirî, li yanaxî ehmedî, terzê di hakîmî, şemlê di Erebî
xal xebxebkê ber guhara lê kerem kim
bira kotî miskînê heramê mêrê te ji der da werê bi çavê serê xwe bibîne
wê bibê bi gotinê Xwedê, bi qewlê pêxembere îro bi şûnda malxirabê gelo tu ji mi ra wele nabî berxê tu ji mal derê
werî bê de can de can... lê sewdalî me
berxa dilê mi ez ji bona bejna te ya
zirav
di kaviliyê gunda da ne sax im berxa dilê mi ne mirî me
Keçkê digo lawko ezê qîz bûm lo mi mêr nekir
êtîmo minê delalîkê dilê xwe ji heft salî da ji xwe ra xwedî kir
ez çibkim qedera Rebê Jorîn bû li jor nekir
lawikê mal di gund da, mi dil tê da di heft salî da ez dixwestim mi nedanê
Xwedê bi dê û bavê min ra qebûl neke, qe hilmede
dame kotî miskînê nemerdî heramî mêrê xirab
vî miskînî, vî heramî fenanî xwe kir
minê ji derdê dilê rezîl nexşê çîn û maçîn tev ji bîr kir
ji kotiyê mêra ra tu mal nekir
şevê nîvê di şevê bû mi di cuwabekî xêrê hatî
divê lawikê te ji welatê qurbetê difetilî
îro bi silametî tê mala bavê te mêvanî
pêkî min ser kaniya binya mala bû yek li mal bû
ji êvarê heta mîla ber şefekê
minê rêka delalîkê dilê wê ax lo xwe bekle kir
werî bê de can, de can de can... ez sewdalî me
sebra dilê mi ezê ji bona bejna te ya zirav
di kaviliyê gunda da ne sax im hey wax li min lo ne mirî me.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.