
Şarkı Sözleri
Kuro kulmalo mi ji te ta nego sebra mi nayê wî bêbexto mi ji te ra nego sebra mi nayê kuro hêtîmo mi ji te ra nego sebra mi nayê
tu were emê qasekî xwe berdine li devê Feratî Bêlecûkê rûnên li devê çemê Ambarçayê
tu dêhna xwe bidê vê sibengê
mi dî xelkê min î têlî delalî şebabî fodil ji wê da dihat der û cînar gundî malî tev li binya mala bavê mi rûniştin go keçê kulmalê dilketiyê te va peyayê hane mi go vê sibengê çima girêdana saralixê bêşliya romê
ez ji te ra sond bixwim çûyin hatina hespê rehwan gelo qe ew çi kes e mala xwe xirab dike dibê peyayê te xirab e timtêla siwar û peya qe lê nayê ez ji te ra sond bixwim malxirabo ezê xwe bavêm çi Feratî Bêlecûkê na wele şetê şewitiya Ambarçayê
nayê
eman eman eman...
eman piçûka nava qîz û bûka
Gelî gundî cînarno sibe ye Feratî Bêlecûkê wêrtasê Ambarçayê rabiye bi ser me da kale kale reben ez im lo kale kale
ez çi bikim vê sibengê malxirabo pîra dê nexweş e nava cî û nivîn û yataxê da gelo pir bedhal e
ez ji te ra sond bixwim kotiyê mêra ne li Birca Belek e
gelo vê sibengê mi dî qîzik cînara bang mi kir go were lawkê cindî bang te dike
minê go bêjê bira neskin heya vira were
eger gava ku nehat
bê gotiye ezê bi wî kim nexweş e pê dinale
bira were miskînê heramî mêrê xirab ne li mal e
eman eman eman...
eman lo pir gune ye
Gelî gundî cînarno sibe ye vê sibengê
mi dî payîza me hatiye, berfê xwe avêtiye sere çilan û çiya ez gulîbira Xwedê li banê qesrê senîbûm
mi dî bejna zirav xwedanê simêla sor û narincî
jêliv dihat lo dimeşiya
gelî gundî cînarno gilî gazina ji dilê minê rezîl mekin
ez ji we ra sond bixwim
fenanî donê bizinî li ser saca Helebê gelo agir binî vêkeve
can û cîgerê mi bi hev ra ji xwe ra lo diheliya
ezê çûme minê li destê lawkê cindî girtiye
bi nerduwanê derxist qesra jorîn gelo danî ser yatax û ciya heyan mîla ber şefekê gelo bi lawkê cindî ra emê ketine kêf henek û zewq û gidî laqirdiya minê dêhna xwe berdayê emê ketibûn xewa şîrîn kotiyê mêra ser me ra senîbû
tu sêr bike çibkim felek xayîn e
şeytan zor û zirbe ye emê ji xwe ra pê nehesiya
eman eman eman...
eman lo pir gune ye
Lawko gidî gelo pir gune ye
ez çibkim gelo vê sibengê ew gotina li serê min e li serê te ye
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê
Xwedê xira bike dil çetin e
gelî gundî cînarno ji derdê kulê dunê tev zêde ye
gidî gelo dil çetin e ji derd û kulê dunê tev zêde eman eman eman gidî yeman.
ye
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum