Şarkı Sözleri
De lo lo lo lo... hewî lo lo lo
hewû keser û kedera dilê mi gulîbirê Seîdê mi berxê mi ax tu dilê dayka xwe da çiqas şîrîn î gidî ewqas tu axa yî
Eyşo, Fato, Gulê, Besê, Wesîla rebenê sibe bû
tu sêr bike vê sibengê mi sond xwarî
li pey Bavê Ehmedê xwe ra sorboza xwedî nakim xênî bozê sayî sibe ye hespê Bavê Ehmedê mi sûka Diyarbekir digerandin kumêtê kapreşî zînkirî gidîno tiftifandî dêl hûnayî
lo qasido bi te kim, tuyê bi Xwedê kî
li qarşî cezaevî bisekine
ji herdu lawê Hecî Evdila ra bibê
Husên, Emîno lo berxê ca rabin
agirê kulê bikeve mala bira, pismam û qewmê xayîn bê agirê kulê bikeve mala bira, pismam û qewmê xayîn ca belqitiyê Mistiko, Hesoyê xulam li Kevanê Kêrê337 derbekî bi dest berdane bedena Bavê Ehmedê mi rebenê tu sêr bike Hesoyê Îbrahîm neyarê kal û bava ne
li sûka Diyarbekir di ser cenaze tere tê destê wî li pêsîrê li çokê xwe dixist
dibê sed yazix û sed koraniya te axayê
eman eman eman eman...
hewû keser û kedera dilê mi gulîbirê Sêîdê min
berxêm ax tu dilê dayika xwe da çiqas şîrîn î gidî ewqas tu axa yî
Eyşo, Fato, Gulê, Besê, Wesîla rebenê sibe bû mi sond xwarî ezê peyakî kirê bikim sûka Diyarbekira şewitî ca bi dewrêşî hewû qasido xwedanê şara dor bi rêşî
temeniya mi li te be pişta xwe bide sûna selamlixê
qarşî cezaevî bisekine selamekî bide qawîşa tewra pêşî bibê herdu lawê Hecî Evdila
Husên, Emîno lo berxê rabe
agirê kulê bikeve mala bira, pismam û qewmê xayîn
bê tu rabe agirê kulê bikeve mala bira pismam û qewmê xayîn belqitiyê Mistiko, Hesoyê xulam li Kevanê Kêrê
derbekî bi dest berdane bedena Bavê Ehmedê mi rebenê
hela rabe ji eşîra Rema eşîra bê serî û sermiyan ra çi dibêjî
ax eman eman eman...
hewû keser û kedera dilê mi gulîbirê Sêîdê min
berxê min tu dilê dayka xwe da çiqas şîrîn î gidî ewqas tu axa yî
Eyşê, Fatê, Gulê, Besê, Wesîla rebenê
sibe bû ezê bi Kevanê Kêrê diketim
dilê min û te ra bişewite ha bi ce ye
sibe bû mi dî li ser serê Bavê Ehmedê mi şer e yeqîn oxilme
ye heyfa mi nayê li tu heyfê heyfa mi tê li wê heyfê
sibê xelkê li civatê mezin rûnên bibên
dilê porkura Wesîla di belqitiyê Mistiko da heye ez j we ra sond bixwim bi nanê mala me ye Quran û kitêbê mala mele ye
xeber haya mi gulîbirê ji van gotinên wer tuneye heyfa mi nayê li tu heyfê heyfa mi tê li wê heyfê sibê xelkê li civatê mezin rûnên bibên
sebeba şerê lawika porkura Wesîle ye
de lo lo lo lo li lo lo...
hewî li lo li lol o hewû keser û kedera dilê mi gulîbirê Sêîdo
tu dilê mi da çiqas şîrîn î berxê ewqas tu axa yî
li ber çavê xelkê ne tiştekî yî
li ber çavê mi gulîbira Xwedê
tu teyrê ser milê qîzan û bûka yî heya dunya xweş ava be tim û tim cara ez dizanim tu axayê eşîra di Rema yî.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum