Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Seraya Mamed Axa
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Seraya Mamed Axa

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 3 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Têlî Serayê wî lê lê ca rabe
bira li me nehata sura sibê
bîna bayê Bêlûbaşiyê bîna bayê Gulo
de rabe Serayê bira li me nehata sura sibê
gurregurr e
bîna bayê Bêlûbaşiyê bîna bayê Gulo gurregurr e
tu bala xwe bidê
xizêma pozê seraya Mamed Axa zîvê zelal e bi zêr kildane
û rast
gelî gundî û cînarno bayê kur û bayê şerq û bayê xerb e çep bîna bayê Bêlûbaşiyê lê dixe di poz da tere tê vedigere wa dizivire bira yeke fenanî Seraya Mamed Axa dosta merû be
gidîno gelo tajiya merû beza be
hespê merû sertacê hemû hespa be tivinga merû sertacê kulî sîleha be
gelî gundî cînarno tu dîhna xwe bidê meriv vî sibengê segvan be
Nêçîrvanê serê çilan û çiya be
tim û tim cara vî sibengê malxirabo li dû kêrgûya be
gelî gundî û cînarno tu bala xwe bidê
dosteke fenanî Seraya Mamed Axa dosta merû be
merû li civatê mezin li nav heval û hogira da rûnê vî sibengê
meth û pesnê dosta xwe bide gelî gundi cînarno ji xwe ra pê bifire
Têlî Serayê bê Serayê
kê dîtî kê bînaye yeke fenanî Seraya Mamed Axa dosta merû be merû bi deste Serayê bigire ji xwe ra bibe ser hêwiyê
Serayê wê wê wê...
Têlî Serayê wî lê lê mihubê
bira li me nehata sura sibê bîna bayê Bêlûbaşiyê bîna bayê Gulo
tu bala xwe bidê bira li me nehata sura sibê

bîna bayê Bêlûbaşiyê bîna bayê Gulo
tu dêhna xwe bide payîza me hatiye gelo
dara pelê xwe weşandin bi darê me va nemane çilo
ezê tu nifira li bejn û bala Seraya Mamed Axa nakim hêvî û gumana min heye ji Xaliqê aleme,
Rebê Jorîn mîrê di mîra padîşahê pir adil
belkî çi êş û êşûka bedena Seraya Mamed Axa heye temamî ji xwe ra here canê sêwî Silo
bê Serayê, Seraya Mamed Axa dosta merû be merû bi desta bigire ji xwe ra çend saleka
bibe hewar Xwedê ji xwe ra hewar gidiyo ser hêwiyê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.