Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Serê Gola Gulê
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Serê Gola Gulê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lo lo lo lo li lo li lo li lo li lo...
li lo li lo li lo li lo birano em ne ji wan in em ne gawir in, busulman in
em ne xelkê Boçikmasûriyê
xelkê Qeregêçiyan xelkê Qereçaliyan in emê vê sibengê malxirabo ne rêwî nin gelo em ne ji wan in
em rêwî nin, berxo em kewran in
Gelî bira sibe bû ezê li dîharê Gola Gulê diketim
dilê min û te ra bi dar û rez e
mi dî şivan û gavanê Gola Gulê jêliv têne bi gazin û wa bi lez e go gelî Êla Metîna jêliv werin gelo vê sibengê şer e
birano şer e, keko şer e, xweyîno şer e
vê sibengê êl û eşîra girano şer e
Besê bi sê denga kir qêrîne go gelî Êla Metîna
neyên hewarî derew e em ne ji wan in
gidîno gelo vê sibengê neyên hewarî derew e em ne ji wan in em rêwî nin, em kewran in gelo vê sibengê
we çar birayê mi kuştine Hesen û Huseyîn, Elî û Mihemed Teyarê bira li hêşiya konê Erebî bi sê gulla ji milê çepê birîndar e gelo em rêwî nin, em kewran in
em ne xelkê Boçikmasûriyê ne
em xelkê nava Qeregêçiyan xelkê Qereçaliyan in de lo lo
Ê Besê go lo lo birano sibe bû ezê li dîharî Gola Gulê diketim
dilê min û te ra bi dar û rez e
ezê bi we kim, hûnê bi Xwedê kin gelo vê sibengê
şivan û gavanê Gola Gulê jêliv têne gelo wa bi lez e
go we çar birayê mi kuştine hêviya mi ji we be
ez bextê namûsa we ketime malxirabo Hesen û Huseyîn, Elî û Mihemed
Teyarê bira li hêşiya konê Erebî bi çar gulla birîndar e
hêviya mi ji we be hûnê tu cara konê mala bavê mi konekî giran e
hûnê nehêlin li hêviya lawê apê min ê Çerkez e

gidîno gelo vê sibengê malxirabo reş vegerîne xêliya bûka teze
ax gelî bira em ne ji wan in
em ne gawir in, gelo busulman in
em ne xelkê Boçikmasûriyê ne
em xelkê nava Qeregêçiyan û Qereçaliyan in
berxê emê vê sibengê malxirabo rêwî nin, gelo em kewran in ezê bi we kim hûnê bi Xwedê kin gelo vê sibengê
dîsa em ne ji wan in
Ê Besê go birano sibe bû ezê li dîharî Gola Gulê diketim
dilê min û te ra wa bi dar e
mi dî şivan û gavanê Gola Gulê jêliv têne bi gazî û bi hewar e go gelî Êla Metîniyan
werin şer ê, êla giran were şer e komê bira pismama werin şer e mi dî Besê xwe dabû banê qesrê
bi sê denga bang dikir gelî Êla Metîna hûn êleke giran in
neyên hewarî derew e em ne ji wan in
em rêwî nin, em kewran in
em ne xelkê Boçikmasûriyê, em xelkê Qeregêçiyan û Qereçaliyan in we çar birayê mi kuştinin malxirabo wa bi yanişî wa bi nezanin
tu sêr bike vê sibengê Hesen û Huseyîn Elî û Mihemed
Teyarê bira, gelo vê sibengê Genco piçûkê bira li hêşiya konê Erebî konê me nehêlin li hêviya apê minê Çerkez e
tu sêr bike vê sibengê bi sê gulla gelo
li hêşiya konê Erebî ji milê çepê ji xwe ra wa birîndar e
ez ku xwûşk im bûka teze ser bi xêlî
gelo li hêşiya konê Erebî da mi nehêlin bi hêsîrî bi zelûlî bi sefîlî malxirabo gelo ji xwe ra dîsa wa bi stûxwarî
ax birano em ne ji wan in
em ne gawir in, busulman in
em rêwî nin, kewran in
em ne xelkê Serhedê Boçikmasûriyê
em xelkê Xaliqo bi Rebiyo nava Qeregêçiyan û Qereçaliyan in birano em ne ji wan in.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.