
Şarkı Sözleri
Hey lo siwar keko siwar bavo siwar birano siwar siwaro de siwar
Lê dayê hê hê hê...
hey la rebenê sibe ye şereke li me çêbû
qalekî li me qewimî li Horîşana şewitî wa bi tîl e rabi rabi dêhna xwe bidê bêxwediyê Gogerçîn
di binê Bavê Xalis Kekê Mexsê da heliyabû qendîl e şahde şûhdê herdu lawê Helîmê li dunyayê pir û pir gelek in îro ji êvara Xwedê da ajotiye ser kozika Xelîl e
xulam tev revîne
derbekî bi dest berdane bedena Xelîlê lawê Hesen
Xelîlê lawê Hesen dikujin
tifinga desta da girtiye hêsîr û dîl e
keko werin ax werin îmdat werin îmdat werin
Hey lo siwar keko siwar bavo siwar
rabi rabi îro şerekî li me çêbû qalekî li me qewimî
li Horîşana şewitî li Zeviya Nokê
rabe rabe şahde şûhdê herdu lawê Helîmê
li dunyayê pir û pir gelek in îro ji êvar da gule barûdê
bi ser serê Xelîlê lawê Hesen da dibarînin
fenanî taviya vê teyrokê
îro ji êvar da gelo xulam tev revîne
hela sêr bike malxirabo bû emega şev û rokê
tu dêhna xwe bidê gelo vê sibengê
derbekî bi dest berdane bedena Xelîlê lawê Hesen birîna vî xweşmêrî kûr e xedar e li textikê çokê keko werin ax werin îmdat werin îmdat werin
Hê dayê hey la rebenê qalekî li me qewimî li Horîşana şewitî wa li devê avê
hela bala xwe bidê vê sibengê
şahde şûdê herdu lawê Helîmê li dunyayê pir û pir gelek bûn
îro ji êvara Xwedê da ketine ber kevirê tewrê jorîn ji xwe ra.........
Hey lo siwar keko siwar bavo siwar
sibe ye çend siwarê xalçê di bavçê tune
bi dû herdu lawê Gozelê
vê sibengê malxirabo Bavê Xalis Kekê Mexsê îro ji êvara Xwedê da vê sibengê
ji xwe ra bibe gazin û di hewarê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum