Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Şerê Mala Nêsir
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Şerê Mala Nêsir

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ax lê dayê ha dayê dayê ha dayê ax dayê hey la lê dayê sibe bû mi rebenê bala xwe berdayê Emîne Xanimê
bi sê denga bang dikirî gotî Husna Xanimê lê lê dayê rebenê sibe ye
mi gulîbirê ji te ra nego tu rabe emê bi destê hevûdu bigrin
xwe berdine şehrê bajara Diyarbekir
qasekî rûnên derê dikanek ji dikanê van heciya
emê ji siwar û peyayê Mala Nêsir ra bazar bikin gullê û barûdê emê ji Rizganê Axa ra na wele vê sibengê ji Xalitî bira ra bazar bikin qolek fîşengê fîdaliya
ji Tahirê zava ra bazar bikin cotê şarê Hamûdiya
şahde şûdê torinê Mala Nêsir gelek in li dewrana di dunya
gava ji malê siwar dibin rimê xwe hiltînin
xwe berdidin nav heval û hogirê di xwe da kifşe û belînin fenanî kulmek zêrê zerê bi şima ji kêf ra xwe xwar bikî bilind bikî ji nava çarîkan û mecîdiya ez nemînim Rizgan Axa yê bê Xalit bira yê
le Tahir zava yê Hemîd mêrî mêra yê
Huznî beranê qemer li welatê xerîbê derdê li ser derda yê heya dunya xweş ava be
ji bona Mihemed Elî Bavê Xezebê keder û mereqa me hemya yê
di konê Hecî Mihemed Axayê Bolindî da
li benda Mehmed Eliyê Reşkotî ez nemînim îro bi şûnda gulîbirê
vê sibengê kê dimîne ji bonê heyfa ê lê dayê

Lê dayê ax lê lê dayê lê dayê... hey la lê dayê Emîne Xanimê bi sê denga bang dikirî gotî lê Huznayê hewû renebê sibe bû mi gulîbira Xwedê
ji te ra nego tim û tim cara hayê bi min hayê
şerê roja sêşemê rojeka ters e xirab e
li egîtê mala bavê mi rebenê nayê
şahde şûdê torinê Mala Nêsir gelek in li dewrana di dunyayê
berî berxê Mala Ezo dane Girê Zivînê
derbas kirin newala Kûrikî Çayê
de bira berxê Mala Ezo here li dîwana rûnên
lingê xwe bi ser hev ra bavêjin
qurab bi qurab cigarê xwe bikişînin
li kêlekê pîreka pesnê xwe bidin bêjin me yê derbekî bi dest berdayê
bedena Huznî beranê qemer torinê Mala Nêsir
îro sê roj û sê şev e cinyazê vî egîtî mabû
li Girê Zivînê, newala Çûrikî Çayê hewû rebenê tu sêr bike vê sibengê li ber surê gidîno vê sermayê kedereke giran e mereqeke xirav e derdekî bê derman e ji dilê me dernayê axao sibe bû Rizgano axao, Xalito birao
le Tahiro zavao, Hemîdo mêrî mêrao
Huznî beranê qemer li welatê xerîbê bû derdê ser derdao heya dunya xweş ava be
ji bona Mihemed Elî Bavê Xezebê
keder û mereqa me hemyao
di konê Hecî Mihemed Axayê Bolindî da
li benda Mihemed Eliyê Reşkotî
ez nemînim îro bi şûnda gelo vê sibengê
kê dimîne ji bonê heyfa we lê dayê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.