Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Şerê Selanîkê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Şerê Selanîkê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lo bavo şerekî li me çêbû Selanîka şewitî wa bi rê ye hê yê yê hê yê yê ... ca bi rê ye wê ca bi rê ye
keko qalekî li me qewimî li Selanîka şewitî ha bi rê ye Sirb û Qeredax, Yûnan û Bûlxar, Aleman û Emirîkan eskerê Sirpê giran e, lêmişt girtiye bi maşîna jor da têye Sultan Ebdilhemîd bi sê denga bang dikirî digo Sultan Ebdireşad mala te xira be eskerê te temamî canturk, êrmelî, mekteblî Kurdistan e talîma ling nizane
te yê toprax bi der dane
çima wisa şer biê şer da kafirê Sirpê ye wê
hê wêê wêê wêê wêê... hey bavo
keko Selanîk, Çetelcê, Edirne, Îsqudred, Îskod
ji xwe ra mabû li mehserê
bavo emelyan e
ye
xwedyê emelya ne bav e, ne bira ne
ne kes e, ne xwedî ye, ne guman e
şer û şerê bi sungiya ne
Tirka namûs firotiye bi peran e
sêr bike li cinyazê lawê bavan e
musulman di nava gawir û ejnebî da bêxwedî mane
gumana me li jorê ji Xaliqê Alemê Rebê Jorîn mîrê di mîran e
li jêrê pênsid jinê Lazan e
zendê spî çîl û qerqaş hildane
dişon cinyazê şehîdan û xaziyan e
musulmana derdixin ji nav duwalê gawir û ejnebiyan e bîst û çar saeta ber dînê xwe da canê xwe feda dane wê yê wê yê yê yê wê wey bavo
Lo bavo şerekî li me çêbû Selanîka şewitî wa bi dar e hê yê yê hê yê yê ... wê ca bi dar e
keko qalekî li me qewimî
Selanîka şewitî ha bi dar e
Sirb û Qeredax, Yûnan û Bûlxar, Aleman û Emirîkan
eskerê Sirpê giran e lêmişt girtiye bi maşîna jor da hatiye xware Sultan Ebdilhemîd bi sê denga bang dikirî digo Sultan Ebdireşad mala te xira be eskerê te temamî canturk êrmelî mekteblî
Kurdistan e talîma ling nizane
te yê toprax biderdane
çima wisa
şer bi ê şer
da kafirê Bulxar e wê
hê wêê wêê wêê wêê wêê... wey bavo
keko Selanik, Çetelcê Edirne, Îskudred Iskod li mehserê da mane le bavo emelyan e
xwediyê emelya ne bav e, ne bira ne
ne kes e, ne xwedî ye, ne guman e
şer bû şerê bi sungiyan e
Tirka namûs firotiye bi perane
sêr bike cinyazê lawê bavan e
musulman di gawir û ejnebî da bêxwedî mane
gumana me li jorê ji Xaliqê Alemê Rebê Jorîn mîrê di mîran e
li jêrê pênsid jinê Lazan e
zendê spî çîl û qerqaş hildane
dişon cinyazê şehîd û xaziyan e
musulmana derdixin ji nav duwalê gawir û ejnebiyan e
bîst û çar saeta ber dînê xwe da canê xwe feda dane wê yê wê yê yê yê wê hê wey bavo.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.