
Şarkı Sözleri
Lo siwaro lo siwaro lo siwaro lo siwaro...
ax lo siwaro lo siwaro dûmana dilê dayika xwe peyao bi tenê
Berxê wê hê sibe ye dilê mi kînekîn e
tu dêhna xwe bidê eşîra Mala Dibo
Mala Sîno, Mala Faro, Mala Rimê tevê eşîra Mala Quto
qûrî mişewrekî giran danîne eşîra Mala Dîbo mêrika ji qewm û lêzimê xwe xeyîdîne hatine
li zozanê Serhedê li hêşiya konê me danîne
çika peyakî bişîne van mêrikan bi çi gotinê hatine li zozanê me danîne go lê dayê rebenê tu nizanî ez li dewrana dinyalikê heme berxê te me mi bi sonda qesemê sond xwariye
heya li dewrana dinyalikê sax û silamet bim
cûcika Xwedê cûcikê xwe dernaxe
li zozanê me serê kevir kuçika nagerîne gidî dîsa ji xwe ra naçêrîne
Ê le siwaro ax lo lo siwaro lo siwaro lo siwaro... bê dûmana dilê dayka xwe peyao bi tenê
Berxê hê sibe ye vê sibengê vê gotinê meke wa mecirîne peyakî xwe ser mêrikan da bişîne çika bi çi gotinê danîne radibe qelem û defterê xwe tîne
kaxitekî dinivîsîne bi ser van mêrikan da dişîne
le dibê we bi çi gotinê li zozanê me danîne
divê lawo em hene eşîra Mala Dîbo ne
ji qewm û lêzimê xwe xeyîdîne
mi şerefê axa û axalerê welatê we teqîb kiriye
hatine li zozanê Serhedê li hêşiya konê we danîne
berxo dema vî kaxitê tîne li ser çoka Axayê xwe datîne
Axa kaxita peyê bilind dike wa dixwîne
qelem û defterê xwe tîne kaxitekî dinê dinivîsîne bi ser da dişîne
dibê tu here jê ra bêje malxirabo bira bi ûsulî peyakî bi ser Axayê te bişîne
lê lê lê lê dayê lo siwaro lo siwaro siwaro lo siwaro ax dûmana dilê dayika xwe nemîni peyao ca bi tenê
Lo berxo wê hê gidî dema vî gotinê dibê didikrîne peya dema kaxitê li ser çoga Axê datîne
mezin û rîspiyê wan serê xwe bilin dikin ji peyê ra dibên didikrînin
dibên lawo îsal heft salê me temam e
em li kêleka gelek canik û camêra axa û axalera mane bi cînarî ne
hetanî sala îsalê me ji kesî ra paye cara neşandîne
tu here ji axayê xwe ra bêje bidikrîne
eger qebûl dike bira bike gava ku nake hezkî bira donzdeh eşîrê xwe hilîne ji yek û duduyê xwe nemîne lê dayê
lo lo siwaro lo siwaro siwaro lo siwaro...
ax tu mala dilê dayika xwe nemîni peyao wa bi tenê
Anê wê hê ax marûmê dema vê gotinê dibê didikrîne
sibe ye radibe destê xwe li devê xwe dixîne
donzdeh eşîrê xwe berev dike, hezar û pênsid çaqmaqê xwe tîne dike dilezîne vê sibengê derketiye derekanî tewrê jorîn
li Kolaniyê Reza li Fêncê Eynqesira Baximsê li qeza Babosiya
li pêşiya hezar û pênsid peyayê dilezîne
digo berxê sibe bû mi dî dîkê şevekê nîvê di şevê
îro ji êvara Xwedê da li dayika te qîkir
mi dî berxê mi ketiye pêşiya hezar û pênsid çaqmaqî
îro ji êvara Xwedê da beledî kir
bi qesta kozika vî marusî kir kafirê ser bi şawqe kete ber almedya tivingê avêt û lêda
erasa meydanê şerê dêtol û bavecema
îro ji êvara Xwedê da serê berxê mi safi kir yabo
eman siwaro lo siwaro were siwaro lo siwaro... ax tu mala dayika xwe nemîne peyao ca bi tenê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum