Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Sêvdîn Axa
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Sêvdîn Axa

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Erî lo...
heyla Mîro Diyarbekir bişewite ji dilê min û te ra xweş Diyarbekir sibe bû Sêvdîn Axa ji malê siwar bû tevdîr û tivdarekê xwe kir nefìamê di nav eskerê xwe ra derbas dikir
du ro di dû ra, sê ro ji pê ra
minê posteke evdala, defeke dewrêşa ji xwe ra çar dikir
ezê diçûm go: Fatma Xanima mi lawo tu bi çi hatî têyê bi çi herî ax şixulê lo te li vir çî ye
mi go Paşao, tu paşa yî, tu adil î, paşayê rûzemîn î
devê mi li ber te nagere
Sêvdîn Axa hebû lawê apê mi bû
heftsaliya mi da dilê mi tê da hebû
kesekî torina Mala Emer Axa da tune bû destê xwe li pişta mi bixista
ez bidama hê Sêvdîn Axa
gidiyo sibe bû vê sibengê tu bala xwe bidê
roja îro min ê salixê Sêvdîn Axa ji nav eskerê nefîamê
heywax li min sereskeriyê Mîrê xwe kir
ax Sêvdîn Axa
wele tu kulîlk î serê şaxa
eman çerezê rezan û baxa
tu lawê Efê yî biraziyê Emer Axa
bes e berxê te goştê mi xwariye
hestiyê mi nede li ber tîra, lo hemû daxa
Erî lo...
heyla Mîro Diyarbekir bişewite ji dilê min û te ra dar û bî ye
sibe bû Sêvdîn Axa ji malê siwar bû tevdîr û tivdarekê xwe kiriye nefîamê di nav eskerê xwe ra derbas kiriye
du ro di dû ra, sê ro ji pê ra
minê posteke evdala, defeke dewrêşa ji xwe ra çar kiriye

ezê diçûm go: Fatma Xanima mi lawo tu bi çi hatî tê yê bi çi herî ax şixulê lo te li vir çî ye
mi go Paşao, tu paşa yî tu adil î, paşayê rûzemîn î
devê mi li ber te nagere
Sêvdîn Axa hebû lawê apê mi bû
heftsaliya mi da dilê mi tê da hebû
kesekî torina Mala Emer Axa da tune bû destê xwe li pişta mi bixista
ez bidama hê Sêvdîn Axa
le roja îro minê salixê Sêvdîn Axa ji nav eskerê nefîamê
heywax li mi sereskeriyê Mîrê xwe kiriye
ax Sêvdîn Axa
wele tu kulîlk î serê
şaxa eman çerezê rezan û baxa
tu lawê Efê yî biraziyê Emer Axa
berxê bes e te goştê mi xwariye
hestiyê mi nede li ber tîra, wê hê lo hemû daxa.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.