
Şarkı Sözleri
Wî de lo lo wî de lo lo birîndaro
Fatma dibê Nado rebeno sibe ye li dîharê Akhîsarê Golmermerê şewitiya Ozaliyê diketim
dilê mi bi te ra ji xwe ra li bilind ciya
minê derê dîwana Sêvo yê delalî vekiriye mi bala xwe berdayê ne tê dengê nexweşan û ne tê nalenalê birandara nava ciya oro Nado rebeno derketim derê malê civatek giran civatan dikira li derê mala me li hevdu diciviya
mi di govendeke giran li derê me geriya hînga mi dizanîbû ûrt û ocaxê mala bavê mi
ji dunyayê ji xwe ra diqeliya
malxirabo destê te ji heval û hogirê te qetiya
ocaxkoro li xwe ra pişta te ji xwe ra dişekistiya bi donzde ciya
heyfa mi nayê bi kuştinê
heyfa mi nayê bi mirinê
heyfa mi nayê bi girtinê
heyfa mi nayê li tu gotinê
heyfa mi tê li wê heyfê
niha Kurmanca navê mirina Sêvoyê delalî daxistin deşta Mûşê
şewitiya Milazgirê nava komê Qereca dijmin û neyara
mirina Sêvdînê mi hesiya
lê lê lawo rebenê eşîra Qereca eşîreke mêrxas e
sibê herkes tênê mala xwe runên bibên de yêrî
xweşmêro de yêrî
firaro de yêrî
malxirabo de yêrî
birîndaro de yêrî
herkes li mala xwe rûnê bêje
sed yazix û sed koraya te xweşmêrî
Fatma dibê Nado rebeno sibe ye
ezê li dîharî Akhîsarê Golmermerê
şewitiya Ozaliyê diketim li dîhara
ezê diçûme derê dîwana Sêvoyê delalî minê bala xwe berdayê
ne tê dengê nexweşa
eza kor bim ji xwe ra ne tê nalenalê birîndara
lo lo Nado rebeno me yê li dunyayê winda kiriye
rewşa çiyê, gula nav qaçaxa li fîrara
xwezil ji xêrê xwediyê di Xwedê ra mirin du car biya minê bi çavê serê xwe bidîta
tu û Sêvoyê delalî li malê siwarbûna
we saralixê Helebê çep û rast girêbida fenanî cara lo lo Nado rebeno sibe ye vê sibengê malxirabo heyfa mi nayê bi kuştinê
heyfa mi nayê bi mirinê
heyfa mi nayê li tu gotinê
heyfa mi nayê bi girtinê
heyfa mi tê bi wê kirinê
Kurmanca niha navê mirina Sêvoyê delalî darxistin deşta Mûşê şewitiya Milazgirê nava eşîra Qereca nav dijminan û neyara lê lê xweyê eşîra Qereca eşîrekî mêrxas e
wê bêjin de yêrî
firaro de yêrî
xweşmêro de yêrî
nexweşo de yêrî
birîndaro de yêrî
herkesê li mala xwe rûnên bibên sed yazix û sed koraya te xweşmêrî
Nado dibê Fatma rebenê sibe ye li dîharê Akhîsarê Golmermerê şewitya Ozaliyê diketim dilê min û te ra li vî mitî mi dî birayê mi nexweşê bêhal e biriye şewitiya Îstenbolê ser doxtor û sertebîb û qomîsyonê ejnebî digerînim zalimê doxtor bê dîn û bê îman e ji xwe ra nelibitî minê bala xwe berdayê nerduwanê jor da tê
çûme pêşiyê mi go doxtor efendî ezê dê bi qurbana te me gelo halê birayê birayê mi çawa ne
go Nadiro heta vê sibengê serê te xweş be malxirabo tu bala xwe bidê qelbê wî xilas kiriye şewitiya bobrekê wî ji xwe ra xayîn bû ji êvar da nexebitî hay lo bira de yêrî
xweşmêro de yêrî firaro de yêrî
birîndaro de yêrî eşîra Qereca eşîrekî mêrxas e herkesê li mala xwe da rûnên
li çokê xwe bixe gelo bibêjin sed yazix û sed koraya te xweşmêrî.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum