Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Sidîqê Delal
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Sidîqê Delal

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lê dayê wayê...
hewû rebenê sibe ye şereka li me çêbû qaleka li me qewimî
li kirrê Milazgirê li Xilûkê weyla li mi nemayê dilê mi bi deman e birek siwar û peyayê Mala Mîrza Begê ji malê siwar bûne
rextê esilî li hev dane
tivingê xwe hilanîn, bûne qaçax û fîrarê serê çiyan e
bi şal û şapikê Madanî, bi ebayê Hezroyî, bi têlikê tiftikê Silêmanî destê xwe dane ser qebzê xencerane
tu bala xwe bidê xwe berdane deştek ji deşta Xerzane dayê Şemsedîn digo Ezedîno wê le bavê bavê mino çê be çê bixebite keskî xwedanî xêra tunîne ciwabekî bide newala Gamêşvanê ji Nûh Begê Medenî ra bibê mala we xirab be
derbekî bi dest berdane bedena Sidîqê delalî berxê malê
Kekê Salihê bi tayê bi tenê bi darê payîzê ra konê me konekî giran bû gelo erz û eyalê me temamî bêxwedî
di dest û pêya da ji xwe ra mane

E lê hê dayê lê lê lê rebenê sibe ye şerekî li me çêbû
qaleka li me qewimî
li kirrê Milazgirê li Xilûkê weyla li mi nemayê çêbiye
li ber û berê vê Xelatê
hela sêr bike li bêbavya miletê Sarisûyê
agirê kulê bikeve mala Seyara gelê bi Kopê, Mûş û Milazgirê, Xinûsê

tevî başîbozixa Kosorê, Úsivê Mamokî ji xwe ra hilanî mûdurê Lîzê siwariya Elcewazê, cendurmê Xelatê
vê sibengê digeriyan gelî bi gelî, newal bi newal, devî bi devî
li şax û mesîlê gelyê di Sûtê
li dû Sidîqê delalî berxê malê Kekê Salihê mi
ji êvar da digerîne mifrezê teqîbatê
Şemsedîn digo Ezedîno wê le bavê bavê mino çê bi çê bixebite keskî xwedanî xêra tunîne ciwabekî bide newala Gamêşvanê ji Nûh Begê Medenî ra bibê mala we xirab be derbekî bi dest berdane bedena Sidîqê delalî berxê malê Kekê Salihê bi tayê bi tenê
Gulnazê gulîbirê bi darê payîzê ra konê me konekî giran bû
erz û eyalê me temamî bêxwedî di dest û pêya da ji xwe ra mane konê me çûbû ber şeta kulê nemînim gelo ber mîratê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.