Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Silêmanê Ehmed
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Silêmanê Ehmed

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ax li lo li lo li lo li lo...
Asyayê bi sê denga bang dikirî gote Besrayê
lê dayê rebenê dilê mi dibê ji êvarê hetanî mîla ber şefekê sibe ye Bavê Kazim Siwarê Alece
tevî sêsid siwarê Mala Emer va ji Rasta Tuciyê siwar bû bi zereqa tavê ra xwe dabû kirrê Tendûrekê Silêmanê Ehmed bi sê denga bang dikirî
go: Ferzende, Keremê Qolaxasî bavê bavê mino bo hûnê mêrê mêr bin, çê bin çê bixebitin
li pêşiya me gaziya Celaliyan î bêbext e
li milê me yê rastê eskerê qerenîzamê giran e taqeta bavê te pêda nari bi
le bavê te sond xwariye bi sonda qesemê
li piştî qanûna Sultan Evdilhemîd qebûl nakim şewqê vî zalimî emê rûnên gilî û gazinê bikin ji çerx û qasidê Qol Felekê wax li lo li lo li lo...
ezê bi rebena cotê tiregûnê Mala Emer im li lo lo berxê
Ax li lo lo li lo...
Asyayê bi sê denga bang dikirî go Besrayê
lê dayê rebenê sibe ye vê sibengê dilê mi germ e germa vê havînêyê
sibe ye Bavê Kazim Siwarê Alece
tevî sêsid siwarê Mala Emer va ji Rasta Tuciyê siwar bû
zereqa tavê ra xwe dabû kirrê Tendûrekêyê
hîn nebûne ji sur û sermayê nexweş in nexweşê nava cî û nivînêyê
Silêmanê Ehmed bi sê denga bang dikirî go
Ferzende, Keremê Qolaxasî bavê bavê mino hûnê rabin
li pêşiya me gaziya Celalyan î bêbext e
li milê me yê rastê eskerê qerenîzamê giran e
taqeta bavê te pêda nare bi
le bavê sond xwariye bi sonda qesemê
li piştî qanûna Sultan Evdilhemîd
qebûl nakim dîn û mezhebê Misto Kemal, bê şewqê vî zalimî mi sond xwarî bi sonda temam
qebûl nakim tu zagon û tu qanûnê
wax li lo li lo li lo...
ezê bi rebena cotê tiregûna Mala Emer im li lo lo berxê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.