Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Silêmanê Keçel Bavê Mexsê
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Silêmanê Keçel Bavê Mexsê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

De oy oy oy... axao sibe ye
şereka li me çêbû qaleka li me qewimî li Kutkanî şewitî bi çem û kanî eskerê Bavê Xalis Kekê Mexsê giran e,
ji êvara Xwedê da çadir kuta hêwir danî
eskerê Bavê Xalis Kekê Mexsê giran e, çadir kuta ji xwe ra hêwir danî derbekî bi dest berdane bedena Xelîlê lawê Hesen
tu dêhna xwe bidê qira giregirê Hesena ji êvar da li me anî
axao hûn bermedin, li orta Horîşanê û Qerexaçiyê hûn bermedin
le terka cinyazê bavê Hediyayê Siwarê Kuvî nedin
axao sibe ye dilê mi dibêye, birek siwarê Sîpka derketin Delavî Rêşê ye siwarekî li pêşiyê ye, nîşanekî hemîdiya li pêş eniyê ye
yeqîn Têlî Etê Siwarê Axçîkê ye le siwarê selefê, siwar ra ez nemînim
Silêmanê Keçel Bavê Mexsê kela di deştê ye siwaro
Ê de yo yo yo
axao sibe bû şereka li me çêbû qaleka li me qewimî lo li Horîşana şewitî bi darî terr e eskerê Bavê Xalis Kekê Mexsê êvar da çadir kuta pêgermokê lê digere derbekî bi dest berdane bedena lawê Hesen Xelîlê
tu bala xwe bidê heyfa teze hildan heyfa kevn digere
axao hûn bermedin, li orta Horîşanê û Qerexaçê hûn bermedin
le terka cinyazê bavê Hediyayê Siwarê Kuvî nedin
axao sibe ye dilê mi dibêye, birek siwarê Sîpka derketin Delavî Rêşê ye siwarekî li pêşiyê ye, nîşanekî hemîdiya li pêş eniyê ye
yeqîn Têlî Etê Siwarê Axçîkê ye
le siwarê selefê, siwar ra ez nemînim
Silêmanê Keçel Bavê Mexsê kela di deştê ye siwaro.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.