Şarkı Sözleri
Silo berxê li min kûtê, hay lo li mi seqetê
Silo Begê mi fenanî altûn zêrê ax lo nav kaxitê
çewa ketî destê Misto Kemal, Fewzî Çaqmaq Rebiyo reîsê cumhûreté
destê Silo Begê mi girtiye berê wî dabû Boxaza Çaneqelê
hê hê ax lo li mi hû lo nav sewqetê
gidyano wele wahê bîle wahê
derdê Silo Begê mi derdekî pir giran e berf û cemeda welatê me Serhedê
bikeve nava can û cîgerê mi dilê mi dernayê
Silo berxê diçûme Nisêbînê hay lo bi dar û bî ye ezê diçûme şewitiya Diyarbekir ax lo qolordî ye mi dî çarneqab eskerê qerenîzamê dor girtiye yek siwarî ye yek piyade ye yek topçî yeke muxarebeçî ye minê bala xwe dayê memûrekî dewletê ji wê da tê li ser milê wî ayyildiz û terfî ye
ezê diçûme pêşiyê mi dî Fewzî Çaqmaq reîsê cumhûretê minê suwal û pirsa Silo Begê lo xwe pirsiye
digo berxo Silo Begê te çawîş e yan onbaşî ye
mi go ne çawîş e ne onbaşî ye, îro sê roj e hatiye ecemî xortekî nazik û nazenî ye, bi tûncik û temelî ye
digo xwezila şevê di şeva din tu bihatayî
me bi destê Silo Begê te girt û avêtiye qerevagûnê ber bi boxaza Çaneqelê hay lo li mi ax lo da şandiye
lo gidiyano gidiyo wele wahê lo bîle wahê derdê Silo Begê mi derdekî pir giran e
berf û cemeda welatê me Serhedê
bikeve nava can û cîgerê mi dilê mi dernayê
ye
Silo berxê diçûm Diyarbekir ax lo bin da xeto
Silo berxê diçûm Diyarbekir ax lo wilayeto
şetê xopana Paxirmadanê gidiyo gelo tu bala xwe bidê Rebiyo girtiye şeto agirê kulê bikeve mala Misto Kemal reîsê cumhûretê
çawa çar sal eskeriyê ji bextê min û Silo Begê mi ra lo kir edeto
di kaviliyê gunda da dîtina min û Silo Begê mi rebena Xwedê heywax li mi lo Rebiyo kir hisreto
Bê gidiyano wele wahê wey Xwedê Rebiyo li minê lo bîle wahê derdê Silo Begê mi derdekî pir giran e
berf û cemeda welatê me Serhedê
bikeve nava can û cîgerê mi dilê mi dernayê
Haylo hay lo haylo Silo Begê minê qişle çêkir li yalê vê Mêrdînê ezê ji xwe ra derî pê da bikim lo ji birrînê
vê sibengê aqûbeta min û te va bû aqûbeta Mem û Zînê
ez û Silo Begê xwe emê tê da derbas bikin berxo her çar rojê ax lo vê havînê
hay lo li min hay lo wê çawa be
Xwedê xira bike derdê Silo Begê min derdekî pir giran e ezê dikim çare mimkûn nabe.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum