
Şarkı Sözleri
Ez û bejna zirav îro ji xwe ra meşiyan gera biniya mala em sekinîn lo li konê jorîn hoy oy
digo kuro delaliyo ezê bi te kim tu Rebî dihebînî
minê çuqa bêriya siwariya te kiriye
hela rabi ji malê siwar be li kûmêtê kapreşê lo situ bi morî
qaskî destê mi esmerê bigire bavê terkiya xwe
emê ji mehla jêrîn bê ca derkevin lo taxa jorîn gorî gorî gorî sebro
Lê lê keçê kulmalê gelo tu dêhna xwe bidê malxirabo li çiya û bêlana lo li van bana hoy oy
hela rabi qasekî şitavekî bidi bejna zirav dêmê gulî mi çuqa jibîrkiriye bejna zirav gelo
bira ji jor dakeve lo ser dirana hoy oy
berxa dilê mi gelo tuyê bibî sebeba me herdu ter û cana wele kalê bavê ji hêrsa agir berde xanûmana gorî sebrê
Digo berxê vê sibengê kavilê gundê me bişewite cot kanî ne berxo yeke şor e lo yek şîrîn e hoy oy
hela bala xwe bidê vê sibengê sertacî hemî kaniyan kanî şîrîn e bejna mi rebenê ji te ra zirav e ji tayê rihanê gulabîn e hoy oy her çî kesê agir berde konê xwe bişewitîne
tek bira Rebê Jorîn miradê min û te va biqedîne
mineta mi jê nîne gorî sebrê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum