Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Siwaro Ji Xwêytê Hetanî Xwêytê
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Siwaro Ji Xwêytê Hetanî Xwêytê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Siwar heyran sibe ye ji Xwêytê hetanî wê ca ji Xwêytê de Helê rebenê Gulê gorînê
sibe ye birek siwarê mala bavê mi serkurê siwar bûne ji Îranê ji Tûranê ji cerdê ji cûrdê
ji xwe ra dajo li terqa rê tê siwarekî li kumêtî kapreşî siwar e qapûtekî reşî li milan e
tu bala xwe bidê bi tenê dajo li pêşiyê tê
de siwaro de siwaro de siwaro
agirê kulê bikeve mala vî hekîmî vî doxtorî sertebîbî de çawa siwarê mala bavê mi serkurê
li hêşiya konê Erebî ji kêfê ra avêtiye di erdê
ketiye birînê vî xweşmêrî bi kêra bi gûzana diqelêşe tek bi tek gula derdixe ji nermê hêtê
de siwaro de siwaro de siwaro
gidîno siwar Silê ye efatî siwara Ferhê ye
mêrxasî mêra Úsivê Faro Siwarê Gewrê ye de siwaro de siwaro de siwaro
Siwaro sibe ye siwar e dêşe dêşe
de Helê rebenê Gulê gorînê sibe ye
bira sarê mala bavê mi serkurê siwar bûne
ji Îranê ji Turanê ji cerdê ji cûrdê ji xwe ra xwe dane pêş e
siwarekî li kumêtî kapreşî siwar e
qapûtekî reşî li milan e ez ji te ra sond bixwim bi tenê dajo li pêş e
de siwaro de siwaro de siwaro tu bala xwe bidê
agirê kulê bikeve mala vî hekîmî vî doxtorî sertebîbî
de çawa siwarê mala bavê mi serkurê

li hêşiya konê Erebî avêtiye di erdê tu bala xwe bidê ketiye birînê vî xweşmêrî malxirabo
tek bi tek gula derdixe ji nermê hêtê bi kêra bi gûzana diqelêşe
de siwaro de siwaro de siwaro gidîno siwar Silê ye afatî siwara Ferhê ye
mêrxasî mêra Ûsivê Faro Siwarê Gewrê ye de siwaro de siwaro de siwaro.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.