Şarkı Sözleri
Ax hê werê ax hê werê ax hê werê... lawko gidî ezê li kêleka te rûnêm
ji derd û kulê dilê rezîl ra bibêjim lawiko
bê li minê ax li minê li minê li minê lo Şukrî Cano ax lê werê xulamê kula pir mereqa pir girano were bi destê mi gulîbira Xwedê bigire birevîne bavêje ber bextê axakî bibext
eger biye ji xwe biye gava ku nebiye wî
destê zorê nava taxima sing û berê mi gulîbira Xwedê da
şeva îşev bibi mîvano
dibêm misafiro serê mi bi heyran
were canê mi keçikê gênciya wî lo mi bi qurbano
êtîm gede hoy hûy ûy...
tu nizanî alîk singê mi keçikê ji te ra deşt e,
hewar Xwedê yek çiya
bêbexto li minê bê li minê lo yek zozano
Were hoy ûy ûy...
lê lê şorê
tu nizanî serê dilê min bi kul e
binê cîgera mi bi keder e
serê kezeba mi bi birîn e
ez bi te kim tuyê bidî xatirê Resûlê Ekrem Rebê di jorîne
çend heval û hogirê xwe li dora xwe berhev bike wa bicivîne
tu were qasekî li kêleka mi rûnê
ezê nexweşê nava cîh bim
derdê dilê mi ra bibêje ji xwe ra wa bilûbîne
misafiro lo hoy hûy...
were hûy ûy misafiro de were.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum