Şarkı Sözleri
Te çavreşê hê wê wê... lê birûgirê
te singspiyê gelo belekiya berfa çiyayê vê Qonxirê îro spî kiriye li etegê Kosedaxê gelo li serdestê Elajgirê malxirabê tu ramûsanekî li dev û lêvê şekirî li mi kerem ke ezê li bextê te û Xwedê ketime
bira Xwedê merû neke tora te zalimê lo dilgawirê wê
berxê bira Xaliqê Alemê biki sedeqa komê bira, pismama sebrê kavilê gund da malxirabê gelo ji xwe ra lo cotê birê sebra dilê mi emê çend rojeka bi destê hev bigrin ji xwe ra derbasbin sebrê nav gêwirê
Kewa gozel sibe ye îro li binyê malê me da
yar yar yar... lo dar û bî ne
mi dî kewa gozel jêliv têne
li kêlekê ketine hene cotê kewê gozelê lo gogerçîn e
bextê te û Xwedê ketime jêliv dibê lo di jêrîne xelk bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê
ez bûm aşiqe te wê bejnê çavê di hêşîne
berxa dilê mi bes e bi ser mi da bibê gelo malxirabê hêsrê xwe barîne
der û cînar û malî dibê kuro kewa te ya gozel bi çi rengî bû
ezê bêm yeka çepildirêj e, kofîkêl e, bejinzirav e
malxirabê porkej e, sebrê lo pornarîn e
esmer dînê heft xwezila bi wî çaxî
ez û tu va li binya mala ketine kêf henek û laqirdîne
du heb fesad û şeytanê gundê me va ez û tu va li cem hev dîne
mi go esmerê ezê bi te kim tuyê bi Xwedê kî tu metirse
ez ji te ra sond bixwim gelo ew gundî ne
herdu gênc in bawer biki herduya jî derdê dila lo li xwe dîne esmerê bi serê mi da xirab neke kavla malê wêrtasa hêlîne
Kuro delalîko sibe ye aha nîne wî wî... lo wiha meke
derê mala bavê mi ra mere meyê lo xwe li ba neke malxirabo gelo tu hêlîna mi xirav neke
ez di bextê te û Xwedê ketime
fesad û şeytanê me di kavilê gundê me da pir û pir gelek e
hela tu were vê sibengê malxirabo şeva îşev
ezê te ji eşqa dilê rezîl bikim mêvanê cotê zermemika, çavê reşbelek e
kuro tu dizanî dizanî felek fanî ye boş dunya ye
eva dunya derewîn çerx û lo çerxfelek e.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum