Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Têlî Delal
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Têlî Delal

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ax delîl delîl...
Delîl heyran sibe bû
mi ji te ra nego tu delîl î
Xaliqo Rebiyo vê sibengê tu delîl î
li ber çavê xelkê ne tiştekî
li ber çavê mi gulîbira Xwedê
fenanî lokek ji lokê Îbrahîm Paşa Mîrê Milî
gelo ji xwe ra himû bi qeyd î himû bi zincîr î yabo
Ezê hayê li kêleka Delîl rûnêm gelo ji kêfê ra delîl bikim Xaliqo Rebiyo li kêleka Delîl rûnêm ji kêfê ra delîl bikim ezê xelkê xweyî têlî delalî şebabî fodil
li kêleka dayka xwe kêfê ra di xew rabikim
vê sibengê mendîla ser destê xwe ser çava le bangî baweşînê ji kêfê ra li ba bikim
Xaliqo Rebiyo gilî gazin û loma ji dilê minê rezîl mekin saeta kotiyê mêra temam biye
qaskî dinê wê were malê
gelo ezê nizanim bi çi kul î bi çi derd î
ezê vê sibengê li kêleka Delêl rûnêm
ji derdê dilê xwe ra ji xew rakim
Delîl delîl delîl...
delîl delîl tu delîl î
li ber çavê xelkê ne tiştekî
li ber çavê mi gulîbira Xwedê
fenanî lokek ji lokê Îbrahîm Paşa Mîrê Milî berxo ji xwe ra himû bi qeydo wa lawo
Delîl ez bi heyran sibe bû mi ji te ra nego ezê vê sibengê ji Hemisê çûme vê Hekayê ji Mûsilê derbas bûme vê Bexdayê tu sêr bike geryame li Şam û Helebê,
li Stenbola şewitî berxê nîvê vê dunyayê qasekî ji kedera dilê xwe gulîbira Xwedê ra ezê rûniştime li serê Qelete Koprîsiyê
minê vê sibengê sêr kiriye li rû Axdenizê, Qeredenizê vê sibengê li qayika, li gemiyayê
tu dêhna xwe bidê minê bala xwe berdayê
muhuba dilê min û xelkê minê têlî delalî şebabî fodil
gemî ji wê da tê bi nefsa xwe tê da yê
ezê çûme pêşiya gemiyê vê sibengê
minê emanetê xelkê xwe yê têlî delalî şebabî fodil
ji kedera dilê xwe ra
ji qayikan û qabtana distandî wa hildayê
ezê vê sibengê rabim qasekî malxirabo
seb xatirê xelkê xwe yê têlî delalî şebabî fodil
ji kedera dilê rezîl ra xwe berdim Mûsil û vê Bexdayê,
Hemis û Hekayê na wele vê sibengê malxirabo ezê derbas bibime gelî gundî cînarno ji eşqa dilê rezîl ra
berê xwe bidim welatê xerîb û xerîbistanê
nava duwalê ejnebî ji xwe ra vê Awrûpayê lawo
ez korayê çavê xwe da bînim
ji xelkê xwe yê têlî delalî şebabî fodil ra
cotê zer memika çito bixemlînim
gelo vê sibengê malxirabo ezê dikim nakim ji eşqa dilê rezîl ra
kotiyê mêra wê şevê nîvê di şevê
bikeve nava taxima sing û bera
ez çi korayê di xwe da bînim gelo ji xwe ra xew lê nayê delîl ez bi qurban ji êvara Xwedê da
derbekî xençerê li serê dilê mi xistiye
hekim û doxtor û sertebîbê dewletê tev rabûne
ezê vê sibengê dikim nakim îro ji êvar da kew lê nayê
Ax delîl delîl delîl...
lawiko gelo tu delîl î
li ber çavê xelkê ne tiştek î
li ber çavê mi gulîbira Xwedê
fenanî lokek ji lokê Îbrahîm Paşa Mîrê Milî
Xaliqo Rebiyo gelo bi qeyd î wa bi zincîr î lawo
Delîl ez bi heyran sibe ye mi sond xwarî bi sonda qesemê
li kêleka delêl rûnanêm ji delîl ra delal nakim
hewar Xwedê gelo vê sibengê tu sêr bike
ezê qasekî kolosekî devetûkî ji kedera dilê xwe ra çêbikim bînim di nava çava kim
ebakî Besra li nava mila kim
qonderekî Helebê, na wele gîzmekî fenerî bînim di linga kim
ji kedera dilê xwe ra li hêşiya konî Erebî di xewra kim
ezê moriyê stûyê xwe biqetînim bi tizbî kim li desta kim
gelî gundî cînarno ezê gustîlê tiliya xwe temamî derxim di tiliya kim ji kedera dilê xwe ra fenanî bûka yekşevî bixemlînim
ji dilê xwe ra di xewra kim
kotiyê mêra hatiye ezê nizanim
çi gotinê bi çi derdî bi çi kulî bi dilekî bi kulê bi birîn
gelo bira pê nehese hêdîka vê sibengê bi diziya va bang bikim
xelkê xwe yê têlî delal ji xew rakim
ezê vê sibengê cotê zermemika fenanî cotê sêvê Artemêtê bînim
ji kedera dilê xwe yê bi kulê bi mereq ra
wey Xwedê Rebiyo gilî gazin û loma ji mi nekin, vê sibengê di cêba kim lawikê xwe gelo bi rê kim
bira here ser kaniya biniya mala rûnê
qasekê ji xwe ra ji cêba xwe derîne pê şa be
hewar Xwedê ji dilê xwe ra pê şa kim
yar ax de yar yar yar...
lawiko gelo heya sax bim ji te ra bêjim tu delîl î lo lo li ber çavê xelkê ne tiştekî
li ber çavê mi evdala Xwedê
gelo fenanî lokekî ji lokê Îbrahîm Paşa Mîrê Milî
wey Rebiyo gelo bi qeydo ji xwe ra wa bi zincîr î lawo.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.