Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Tew Narînê (Nar Gidyano)
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Tew Narînê (Nar Gidyano)

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Narî narî narî narîn
ax narîn lo nar gidyano lo wêrano gundo lo lo şewitiyo gundo bê xwedî mabû bê xwedano feqîr û fuqare di dêrisê gunda da bê semyano çav û biriyê reş û belek di dêrisê gundê me da dûrê her çar rojê qurbeta bê kil mano ax narî narî nar gidyano
Narîn dînê sibe bû mi ji te ra nego
te dêreçîtê ax dêrekobê
ezê seb xatirê dilê rezîl geriyabûm çiya û banî
deşt û zozan lo av û avî
sebrê tu sêr bike mi sond xwarî bi sonda qesemê
bi navê Quranê, bi dîn û îmanê, bi telaqê jinberdanê
ezê ramîsanê çîlan û gewra di ser ramîsanê muhuba dilê xwe ra bi- kim tobe
narî narî nar gidyano
şewitiyo gundo bê xwedî mayî, bê xwedano
çav û biriyê reş û belek di dêrisê gunda da ax bê kil mano hewar Xwedê tu sêr bike
feqîr û fuqare malxirabo di kavilyê gunda da bê semyano
Narîn berxê sibe bû tu sêr bike malxirabo
sorgul sor bû lo kesk û zer kir
mi dî muhuba dilê mi ji malê derketiye gelo vê sibengê şar û şemaqiyê Diyarbekirê li dora serê xwe lefandiye çarşefa qizaniyê bi ser da werkir
lo dêriso gundo birînê mi kewê xwe dîbûn
tu sêr bike dîsa wax wax birînê xwe avêtiye kêlekê hewar Xwedê vê marisa qîza marisa
derd û kulê mi rakir lo temam derkir

ax narî narî nar gidyano şewitiyo gundo bê xwedî mayî bê xwedano
feqîr û fuqare di dêrisê gunda da bê
semyano
çav û biriyê reş û belek dûrî her çar rojê qurbeta
tu sêr bike dêrisê gunda da lo bê kil mano

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.