Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Tobedar im Gewrê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Tobedar im Gewrê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

De weylê weylê...
de lê lê muhubê sibe bû ji Hemusê diçûme vê Hekayê ji Mûsilê derbas bûme vê Baxdayê
berxê sibe bû kes negerya ji mi pirtir li dunyayê
Sebrê vê sibengê mi kes nedî ji te rindtir rû dunyayê
le tobe tobe tobe tobe tobe tobedar im Gewrê
le tobe tobe tobe tobe tobe tobedar im Sebrê
Lê hê muhubê mi kes nedî ji te rindtir li dunyayê berxê sibe bû gerdena te zer e fenanî gerdena di Zînê çav û buriyê te fenanê çav û buriyê Belqîzayê tumtêl û girêdan û rêvaçûyîna te fenanê Zulêxayê ez ji te ra sond bixwim tilî bêçiyê muhuba dilê min
ji mûmê ji meşelê ji fenerê tev şimayê
gelî gundî û cînarno cotek dilê merû dil tê da hebe li dunyayê eger ji herdu dila yek bimire yek dimîne rûdunyayê
le tobe tobe tobe tobe tobe tobedar im Gewrê
le tobe tobe tobe tobe tobe tobedar im Sebrê
Lê hê muhubê sibe bû gelo vê sibengê ez sekinîm li hewliyê
muhuba dilê min xwe dabû vê sivderê
berxê min û muhuba dilê xwe me yê qewlek girtiye
wê bi xizêmê mi bi xençerê
sebrê tu rabe emê bi destê hevdu bigirin
xwe berdine ser şexsan û zareta
belkî ji ba Xwedê da ricaçî be
miradê miradxwaza hasil biki
miradê min û te va bi tevahî me binivîse bavêje goşekî vê defterê
le tobe tobe tobe tobe tobe tobedar im Gewrê
le tobe tobe tobe tobe tobe tobedar im Sebrê

Êtîmo ezê çavê xwe digerînim nagerînim
ez nabînim şexsan û ziyaret û şêx û melê dewra berê berxê tu rabe vê sibengê tu dêhna xwe bidê ocaxkoro ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
ez hay ji dilê te tunînim
heger tu ji dilê min û xwu va poşman bibî
ocaxkoro dilê mi dimîne li ser qewl û qirarê dewra berê
le tobe tobe tobe tobe tobe tobedar im Gewrê
le tobe tobe tobe tobe tobe tobedar im Sebrê
ez tobedarê bejna te me
harisê bejna zirav, şîwar û şerpeze me le tobedar im Gewrê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.