
Şarkı Sözleri
Geli gundî cînar malîno nizanim min çi gotiye dilê gede lawikê mi ji mi maye
hewara me Xwedê çi bêbextî bû di gundê xirab da
teyê derbeke xençerê li serê dilê mi daye êtîmo gelo vê sibengê cewabek nebxêrê hatî
Hekîmê Loqman serê xwe rake ji axa û ji beraye
geriya negeriya devê birîna li canê mi gulîbira Xwedê lo nexûyaye
wer werê tu wer wer werê tu wer
tu were wer wer wer hela tu wer
Geli heval hogirno ezê nexweş im birîndar im
gelo vê sibengê birîna ca mi li neksê
gelî heval û hogirno keskî xwedanî xêra tune cewabek bide Xezala mi bibê ne lawik birîndarê destê te ye
melhemekî ji mi ra çê bike ji şîr û şekir arê kilsê gelî heval û hogirno zemanekî wisa xirab hatiye merû newêre di mala xwe da rûnê bi diziya hima ji xwe ra bibêje dilê mi ketiye qîza filankesê
wer werê tu wer wer werê tu wer
tu were wer wer wer hela tu wer
Gelî gundî cînar malîno ezê nexweş im gidîno ji xwe ra di tayê da
mi di kewa min a gozel e gogerçîn bi şêst û şeş awaza, bi heftê du terza ji malê derketiye xwe girêda
bi ordama qazê, bi meşa quling ji xwe ra meşmeş dikir bi taxê da
keskî xwedanê xêra tuni cewabek bide Xezala mi
bibêje malxirabo gede lawik birîndarê destê te ye bihata ser min kolosê spî bida ser çoga xwe
fenanî şar û kofîkê serê xwe girêda
gelî heval û hogirno vê sibengê gava çav bi Xezala xwe dikevim fenanê sofîkî ber emelê çav bi şêxê xwe bikeve ji halê di zikrê da
wer were tu wer wer were tu wer were tu wer wer wer hela tu wer.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum