Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Werî Mala
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Werî Mala

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Werî mala werî mala werî mala
ax werî mala werî mala
lê lê sebrê xelk bû aşiqê mal û hal û temelikê dinyalikê ez evdalê Xwedê bûm aşiqê çav û buriyê reş û belek pozê piçûk gelo vê sibengê gerdena zer cotê zer memika na wele timtêla xerîb gidî gelo vê sibengê bejn û bala
Werî mala
gidiyê gelo mi dî vê sibengê malxirabo
kewa gozel biniya mala ji xwe ra avêtiye bostane ji bostanê van zebeșa ez evdalê Xwedê qasekî ji kêf ra meş kim
herim ber bostan û kêlaka kewa gozel rûnêm
kêleka xwe bidim kêleka gerdenzera, çepildirêja, lo çavreşa
gelî heval û hogirno tu dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabo
li kêleka qîzan û bûkan û dêreçîta
mêzerhêşîna, laçikspiya, kofîkêla, çepildirêja
na wele qîz û bûkê welatê Serhedê ji xwe ra xeberxweşa lo
Lê lê keçê kulmalê delaliya dilê mi ji xwe ra vê sibengê
bostanek avêtiye ezê digerim nagerim di nav da kewa mi tunîne lê lê lê berxê tu nizanî feleka me fanî ye
dunya me boş e derewîn e
tu rabe destê xwe li nava destê mi bixîne
çend rojeka mi li welatê we bigerîne
welatê me dûr û deraz e
vê sibengê li kêleka me wîlayeta me Diyarbekir e
li kêleka me yaxin, qomşiyê me Mêrdîn e lê
sebrê dînê te di dêrisê gunda da ez dîn û har kirime welatê me xerîb e
ez ji te ra sond bixwim welatê we qelaş û derewîn e sebrê rabe destê xwe li nava destê mi bixîne
çend rojeka mi li nava qîz û bûkê êlê ji xwe ra bigerîne aqûbeta min û te va bû aqûbeta Mem û Zîne lê
ezê rûnêm li kêleka qîzan û bûka
dêreçîta, mêzerhêşîna, laçikspiya, kofîkêla, çepildirêja na wele qîz û bûkê welatê Serhedê ji xwe ra xeberxweşa lo.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.