Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Wey Dil
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Wey Dil

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Miro miro miro...
wey dil wey dil wey dil wey dil
lo Rebiyo Xwedê xirab bike dilê bê dill
fenanî gakî bêwerîsî bêcil fenanî kirasê qolî bêmil
fena dara bêşalûl û bêbilbil
fenanî xasbaxçekî rûtî bêgul
bira dilê rezîl bi dil be tûrê parsê li mil be
parsa meriv li vir nebe
li nava donzdeh duwalê ejnebî
Ûrisan, li Alaman û Emirîkanê gêwir be
parsa meriv birije
tûrê merivayê qul be
merû li ber dîwarê evda be
xwirê meriv kerî nanê garis û jê di gilgil be
berseriya meriv kevir be
malxirabo ser raxa meriv gunî be
bin raxa meriv postê jujî be
tek bira dêrisê gunda da dilê rezîl bi dil be
ax dilo hey dil
Mîro sibe ye Dêrsim e xweş Dêrsim e
avê çeman û kaniya bi ser me da kalekal e, zarezar e jê di gimegim e
vê teresê teresbavê bi awirê çava,
bi qinyatê dila, bi îşaretê desta ez kuştime ezê ji Dêrsima jêrîn diçûme Dêrsima jorîn mi dî sê zerî li serê rêka mi rûniştini yeke Kurmanc e yeke Ecem e yeke jê di Tirk e mi dî yeka bejnzirav e, çavbikil e,biskbitêl e çepildirêj e, porkej e, navqendîl e, gerdenzer e

cotek qonderê Intabê çar tiliya bilind e
serhişkiya bayê sibê ber min ra tere tê derbas dibe difirike minê destê xwe avêtî nava reşguliya
bi ser xwe da tewandî dikim ramîsanekî li dev û lêvê şekirî,
li yanaxê ehmedî, li terzê di hakimî, şemlê di Erebî
xal û xetê di gerdenê xebxebkê ber guhara lê kerem kim gelî heval û hogirno çika werin
mi çi ji wê teres û teresbavê ra gotiye
bi ser min da xiyal û xem e, kîn û rik e wey dil wey dil...
Ax lê lê Erebê bi sura sibê ra bîna bayê kur e
bayê şerq û bayê xerb û çep û rast li me tê gimîn e
ezê diçûme li cem yanga jê di Ecem e
mi dî yeka bejnzirav e, çepildirêj e
porkej e, navqendîl e, gerdenzer e
fenanî doxtorekî dewletê ji wê da têye çentekî li dêstan e
qutiya xiyal û xema, keder û meraqa, derd û kula tev li cem e
bê zalimê tu nizanî gelo vê sibengê Ferêtî rabiye
bi ser min da kalekal e jê di limelim e
heft salê mi temam bû ezê hêsîr û evdalê li derê mala bavê te me
gelo vê sibengê minê destê xwe avêtî nava reşguliya
bi ser xwe da tewandî dikim ramîsanekî li dêmê gulî,
yanaxê ehmedî, li terzê di hakimî, şemlê di Erebî lê kerem kim
lê Erebê nizanim mi çi ji wê teres û teresbavê ra gotî
bi ser min da bi derd û kul e, xiyal û jê di xem e,
Wey dil ax wey dil dilo hey dil
Xwedê xirab biki dilî bê dil
fenanî gakî bê werîsî bê cil
fena dara bê şalûl û bê bilbil
fenanî xasbaxçekî rûtê bê gul
bira dilê rezîl bi dil be tûrê parsê li mil bi parsa meriv li vir nebi

li nava dunzdeh duwalê ejnebî
Ûrisan li Alaman û Emirîkanê gêwir bi parsa meriv birije
tûrê merivayê qul bi
merû li ber dîwarê evda bi
ser raxa meriv gunî bi
bin raxa meriv postê jujî bi
berserya meriv kevir be
dêrisê gunda da tek bira dilê rezîl bi dil bi ax dilo hey dil
De lê lê Erebê sibe ye bi sura sibê ra bîna bayê kur e bayê şerq û bayê xerb çep û rast tê gimîn e
ezê diçûme li cem yanga jê di kurmanc e
mi dî yeka bejnzirav e, çavbikil e, biskbitêl e çepildirêj e, porkej e, navqendîl e, gerdenzer e gelo vê sibengê kofîkêl e
erebê qolî zêranî li sêrî gopalekî zîvîn li dêsta bû
li hêşya konê Erebî sekinî
kerî pezê qerqaş di ser komê xanim û zeriyan da dida bêrî
minê mala xwe xirab kirî ocaxê xwe kor kiriye
kilîteke reş li derê xwe xistî
derê xwe bi heft kilîta mohr kiriye
minê jê nepirsî mi go Erebê
gelo tuyê azeb î ya bi mêr î
go kuro bêbexto bêbextiya meke tu nizanî
mi di go qey tu mêr î tu camêr î
mi digo kotiyê mêra ne li mal i
tuyê şeva îşev bişkînî
cam û camekana şûşe û pencera zirza dêrî
şeva xwe li nav taxima sing û berê min esmerê da bibihêrî
mi nizanîbû tu ne mer î ne camêr î
tu ji miskînê heremê mêrê min newêrî
tu nizanî ez ne azeb im ne bi mêr im

kaviliyê gunda da ezê bi kaxit û bi nivişt û bi sêr im
tu dêhna xwe bidê vê sibengê dikim herime
lawikê mi bû girtiyê taşxana Diyarbekir
ezê vê sibengê dikim herime dîtina xelkê xwe yê têlî delalî şebabî fodil gelo vê sibengê malxirabo ji tirsa heramê miskînê mêrê xwe newêrim ezê vê sibengê berdilka Erebê reşî lêvdeqandî
xîmê binê berya tewra jêr im
Hey dil hey dil hey dil hey dil ... Xwedê xirab bike dilê bê dil
fenanî gakî bêwerîsî bêcil
fenanî kirasê qolî bêmil
fena dara bêşalûl û bêbilbil
fenanî xasbaxçekî rûtê bêgul
bira dilê rezîl bi dil be tûrê parsê li mil bi
parsa meriv li vir nebe
li nava donzdeh duwalê ejnebî
Ûrisan, li Elaman û Emirîkanê gêwir bi
parsa meriv birije
tûrê merivayê qul be
merû li ber dîwarê evda be
ser raxa meriv gunî bi
bin raxa meriv postê jujî bi
berserya meriv kevir be
dêrisê gunda da tek bira dilê rezîl bi dil bi ax dilo hey dil
wey dil wey dil wey dil wey dil dilo hey dil.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.