🎵
ŞARKI SÖZÜ

Xanê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lê lê Xanê Xanê Xanê Xanê Xanê Xanê
bi kula giranê derdê bê dermanê
tu rabi vê sibengê malxirabê emê ji derdê birîndarê mala bavê mi nemayê rabin vê sibengê malxirabê xwe berdin ber bextê Waliyê Wanê
heger biye ji xwe biye gava ku nebiye emê xwe bavên ber bextê Mêlîkê Qereçobanê heger biye ji xwe biye gava ku nebiye emê xwe bavên ber bextê Mişîrê Ezirganê heger gotî lê lê xweyê rebenê we xêr e ya xêr nîne
ezê bêjim mala xirab be, ocaxê te kor bibe, derê te bi heft kilîta mor be sê peyayê mala bavê min hebûn tu dêhna xwe bide vê sibengê tunebûn li deşt û zozan malxirabo li Tîmarê Wanê
ez ji te ra sond bixwim bê serî bê seda ji xwe ra vê sibengê bê bera çûne nizanim gelo vê sibengê xwûna van egîtan kanê daye ax hayê wa hê
Ê lê Xanê de Xanê rebenê sibe ye tu dêhna xwe bidê
ezê vê sibengê li Tîmarê Wanê diketim
dilê min û te ra vê sibengê bi çem û kanî
orta nîvro bi esrê bû minê bala xwe berdayê vê sibengê malxirabo dengê tivinga siwarê sorbozê ji xwe ra çiya û banî deşt û zozan tev hilanî
minê bala xwe berdayê vê sibengê malxirabo
Salih û Mihemed du tayê bi tene bû
Hesen vê sibengê di malxirabo herbê da hîştin
tu dêhna xwe bidê ji xwe ra terş û talan anî
ezê çûme pêşiyê min go birao mi go qey vê sibengê hûn kuştî ne
vê sibengê heyata we li dinyayê tunîne
minê têl li ser têlê didabû Waliyê Wanê na wele vê sibengê Mêlikê Qereçobanê
na wele Mişîrê Ezirganê
minê vê sibengê bala xwe berdayê tu dêhna xwe bidê
mi digo mala bavê mi şewitand konê mi ji nava kona danî
Ê lê Xanê hê de Xanê Xanê
kula pir giranê derdê bê dermanê
tu sêr bike vê sibengê malxirabê tuyê li serê têl û telgrafa digerî
ji hukumata me dixwazî vê sibengê xwûna egîta
dibêji gelo vê sibengê xwûna peyayê mala bavê mi kanê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.