Şarkı Sözleri
De lê lê lê...
lê Xemê dilbikulê
êvare ro dereng e ro tu nema
sîka gulê bişkivî ketî koka kelama
te ez ji xiyala berda me xema
qewl û qerar ji bona min û te va nema
malxirabê te sala par vê çaxê sozek ji mi ra dabû am û alem tev zewicîn
berxê te sala par vê çaxê sozek ji mi ra dabû ezê li ser qewl û qerar û soz û bextê te mam sed û sî sal bûbû temam
te ez helandim kirim qûmê devê kaniyan û çema malxirabê tu dêhna xwe bidê
ava malxirab dikişiya qûma hûr jê nema
te ez helandim kirim mûmê jê di şima
sê pa ji destê gundê xirab mêrê te ma di soniya emrê min da
te ez kirim hêsîr û dîla dest Ecema lê lê lê...
Xemê dilbikulê
Êvar e ro tu nema ro dereng e
sîka gulê bişkivî selam dabû koka kerenge xelk bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalekê ez evdalê Xwedê bûm aşiqê bejna zirav, dêmê gulî, yanaxî ehmedî, terzê di hakîmî girêdana kofiya teya jê di şenge
şar û şemaqiyê Diyarbekir li dorê lefandiye reng bi reng e tu dêhna xwe bidê
minê bazinê Xema xwe hilanî birî bajara Diyabekir
li ser serafan û qûyîmçiya
mi dît serafan û qûyîmçiya
li ser bazinê Xema min kirin qal û cenge
minê vê sibengê go gelî seraf û qûyîmçiya ezê bi we kim, hûnê bi Xwedê kin
hûnê bazinê xema min egrî bûgrî girê medin
bavêne ber qisqancka
bavênê kevirê aqût û zimrût cibiltaşê
kesk û sorê hemû renge
Minê bazinê Xema xwe birî yalî malê
avêtî ser zendê kalî jê di gewr
şevê payîzani hanûnî jê di kanûna
dirêj bûn donzdeh saet bûn
zendî kalî gewr dabû ber serê min evdalê Xwedê bi tenê
bi nimêja sibê ra minê serê xwe ji ser zendê kalî gewr mi dît çar tiliya ji zendê kalî gewr ra teng e lê lê... Xemê, biraqecerê, dêûrimê, bavkafirê, dilbikulê dosta xortê dilbixemê
li Kerbelayê qalibê min li boşê, gustîla min di tiliyê da ruh û emanetê min li cemê lê lê lê lê...
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum