Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Xewên Şevê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Xewên Şevê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lo lo de loy loy de loy loy... de loy loy delalîko sibe ye
xewê şevê nîvê di şevê li mi rebena Xwedê diherimî
êtîmo xewê şevê nîvê di şevê ji xwe ra li mi herimî minê gelo dêhna xwe berdayê
xelkê minê têlî delalî şebabî fodil
ji rêka dûr da hatibû pir westiyabû
mi destê xwe dabû binê sêrî
lawikê mi raketiye ji derdê dilê rezîl ra mi qêmîş nekir zenda min a zerbadayî binê serî da diqerimî
Kuro de loy loy de loy de loy...
lo lo lawiko ezê ji derdê dilê xwe û delaliyê dilê xwe ra derketim çiyayê bilind gelo li zozanê hênik serê çiya mi dî delalîkê mi jêliv dihat pir westiyabû gelo hûrik hûrik lo dimeşiya
ez rebena Xwedê çûm pêşiyê
mi anî kire nava yatax û ciya
minê destê xwe dabû binê serê delalîkê dilê xwe bi tenê
mi dî lawikê mi ketiye xewa şîrîn mi qêmîş nekir ji xew rakim
eman destê mi rebena Xwedê di binê serê delalîkê dilê mi da qerimî
berxê gelo ji xwe ra pir westiya
de loy loy de loy loy de loy...
Kuro delalîko sibe ye
mi dî delalîkê dilê mi rê nîvî kir
eza korê nemayê minê ji delalîkê dilê xwe piro rica pir hêvî kir
mi go destê xwe mede bedena mi keçikê
bedena mi nazik e leke lê dikeve
dê û bavê min bêbext in
minê dêhna xwe berdayê ji eşqa dilê rezîl
delalîkê dilê mi dest avêtê helî morî mircanê gerdena zer qetiyabû

taxima sing û berê lo mi spî kir
îro ji êvara Xwedê da taxima sing û berê mi spî kir delalîkê dilê mi ji xewa şîrîn ranekir
mi go vî sibengê çiya bilind e rê nîvî kir
min evdala Xwedê ji te pir rica pir hêvî kir
te bişkokê mi qetand singê mi spî kir
êtîmo tu rabe ramîsanekî li taxima sing û berê mi kerem ke
minê taxima sing û berê xwe keçikê
bejna zirav, dev û lêvê şekirî, yanaxê ehmedî, terzê di hakimî, şemlê di Erebî qurbana dev û lê teyê şekirî kir
na wele bejna te ya naziko bi cindî kir
de lo lo de lo lo...
De lê lê de lê lê...
tu şîrîn î sibe
ye
ezê diçûme zozanê jorîn ji xwe ra ber û berê çiya
malxirabê neyê aqilê te da bi te ra dikim şixulê xirab gelo bêbextiya
minê ji kerba dilê rezîl ji şabûna
dest avêtiye nava helî morî mircana van moriya
mi çi zanîbû zenda zer tenik e gelo bişkokê te qetiya
ez bi qurban minê destê xwe dabû desta
devê xwe kirî xal û xetê di gerdenê, xebxebkê ber guhara
gelo helî morî mircanê van moriya
na wele minê bi destê lawikê xwe girtiye anî nava yatax û ciya
ji wê êvarê heyanî sibê ji xewa şîrîn mi ranekir
mi go vê sibengê tava sibê xwe dabû serê çiya
mi go kuro delalîko de rabe ji mal derê
niha kezaba dê, kopekê bavê bawer bike bi hatina te hesiya
De loy loy de loy loy...
de loy loy kuro delalîko sibe
tu dêhna xwe bidê vê sibengê
ye
pez û berxê mala bavê mi li derê mala me çêriya mi dî vê sibengê delalîkê dilê mi ji malê derketiye

ji derdê dilê rezîl hûrik hûrik dimeşiya
ezê kor bim jê ra bû mereqa giran gelo ji min ra çi bibêjin
hêdî hêdî pişt xwe va difetilî vegeriya
minê dêhna xwe berdayê dî
way eywana mala bavê mi hilşiya
ciwabekî xêrê hatiye
dibê kezaba dêya te, kopekê bavê te bin da mane mi go Rebî ji te şikir miradê min û lawkê mi qediya.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.