Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Xezala Mi Berde
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Xezala Mi Berde

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Erê xezalê ezê ne li vir im lê lê lê hê hê lê ne li wê me
hê hê hê lo ne li wê me
gelî heval û hogirno gilî gazin û loma ji min nekin taviya berfê û baranê tevî bê me
Xwedê qedera reş bi serê mi da anîbû
îsal heft salê mi temam bû
bermaliya miskînê nemerdî heramê mêrê kotî
vê sibengê serhevdê di berdestê di xelkê me
îsal ji pê ra Xaliqê Alemê qedereke bixêr li serê mi vekir ocaxê te kor be bermalî bermalîka gede lawkê xwe yê cindî pismamê xwe bi tenê me
wey Xwedêyo Rebiyo siwarê mêrxas mêrî çê me
delal im delal im bê xezala mi berde hevala mi berde
Elo Memed Paşa eger tu xezala mi bikujî mi bi ser da xezala mi berde ax bê xezala mi berde
ay xezala mi berde hevala mi berde
Erê xezalê pezê lawikê mi celeb e hê hê ha wayê bê ha wayê... gelî heval û hogirno sibe bû pezê gede lawikê mi celeb e êtîmo tuyê ber bi Şam û Heleb, colan û figara berjêr mebe gurê bixwe, dizê bibe, xelkê bedlometiya bike pêşiya mi gulîbirê bêje dêla yarê bû sebeb e
de xezala mi berde bê hevala mi berde
Elo Memed Paşa eger tu xezala mi bikujî ca mi bi ser da hevala mi berde bê xezala mi berde
ax hevala mi berde hevala mi berde
wey Xwedêyo Rebiyo dilê mi bi xem û bi kul û bi derd e.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.