
Şarkı Sözleri
Gulê hûy ûy... go lê lê Sosinê xweyngê bihar e wextê gulan û sosina sala îsal minê ji xwe ra li te mêze kir
le dayê rebenê te çuqa avêtiye li mi reng e lê dayê sala par vê çaxê
cîh û meskenê xweynga te Bîngol bû
îsal ji pê ra Bulanix e
tu bala xwe bidê li welatî Şêrwan nêçîrvanê qit bûn
li welatê me rabûne Ereb in Erebî jê di Unis in
li serê wana egal û kefî ne
destê wan da cunuhê balmûmî ne
binê wan da seglavî ne
navê wan e navteji ne
simê wan e simkodî ne
dêlê wan e dêlqamçî ne gerdenê wan e zirav e êlî ne
guhê wan e kêvrîşkî ne
hevraz da dibezînin berjêr ra da dixarîne ketine ser şopa xweynga te fenanî şopa rovî li serê kevir û kuçika
li ser qûm û qûmistana Bulanixê digerînin
xweynga te ji Bîngola malxirav qetiya
ketiye avê golegeniya
qurînê reqan û beqa
vê sibengê qar û bêgarê mêrê kotî
cîkê xweynga te teng e
tu nizanî lema ji xwe ra ewqas avêtiye reng e
li min li min li min li min...
ax wayê li min sewdaliyo dilo
Bê lo oy oy... qulingo mala te xirav be
tu yî bi salan î çuqas spî yî
mehan e ewqas tu mezin î
tu rabe hêlîna xwe çê bike li bircê kela Koroxlî
li hafa şaneşînê li ser caxê di hesin î
sala par vî çaxê bejna xweynga te
fenanî di çift minarî orta Erzirumê hosta bi şagirt çêkir xwedî kolosê xwe xwar kir lê dipesinî
tu bala xwe bidê vê sibengê malxirabo
sala par vê çaxê cîh û mekanê xweynga te Bîngol bû îsal jî pê ra bû malxirabo Bulanix e
tu bala xwe bidê li welatî Şêrwan nêçîrvanê qit bûn li welatê me rabûne Ereb in Erebî jê di Unis in
li serê wana egal û kefî ne
destê wan da cunuhê balmûmî ne
binê wan da seglavî ne
navê wan e navteji ne
simê wan e simkodî ne
dêlê wan e dêlqamçî ne
gerdenê wan e zirav e êlî ne
guhê wan e kêvrîşkî nin
hevraz da dibezînin berjer ra dixarînin
ketine ser şopa xweynga te fenanî şopa rovî serê kevir û kuçka
li ser qûm û qûmistana Bulanixê digerînin xweynga te ji Bîngola malxirab qetiya ketiye avê golegeniya qurînê reqan û beqa ji derdê mêrê kotî
serê dilê xweynga te girtî şax e derd û elem e jê di birîn e xweynga te ketî ber kêrê doxtor û sertebîba doxtora derdê mi kişandin sertebîba kulê mi diwezînin
hayê li min wayê li min hayê li min hayê dilo
ez sewdalî me hayê li min mereqlî me hayê dilo hayê sebrê hayê li min sewdaliyo dilo.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum