Şarkı Sözleri
Yar Gewrê yar Gewrê...
bê zalimê le havîn e vê germê bi ser me da kelekel e
pez û berxê kûraniya Bişêriyê pir giran bû bizinê kuvî meşiyane xwe dane kokî dara
gidî karî karxezala bi ser da girt mexel e
le sala par vî çaxî taxima sing û berê Gewra mi zozanê mi tenê bû îsal pê ra ketî destê kotî şindokî miskînî nemerdî heramî mera wey Xwedêyo Rebiyo ne tê kuştin ne tê berdan
gidî dara dergûşê li serî bû emel e Gewra mi ax yar Gewra min... wey Xwedêyo bê Rebiyo sibe ye Gewra mi ne li mal e
keçikê gava te nebînim bê te nayê sebra min
bê Rebiyo ha li min le sebra min sebra min
Yar Gewrê bê zalimê sibe bû kofîka xwe gire mede pişta xwe mede vî çiyayî
bê zalimê şê û şê biskê di şê mede ber vê bayê evdalê tu rabe emê bi destê hevdu bigirin
xwe berdin bajara Diyarbekir li ser tirba Şêx Şahabedîn
li ser şêx û li ser vî ewliyayî belkî li ba Xwedê ricaçî be
miradê miradxwazan hasil bike miradê min û Gewra mi bi tevahî malxirabo tu were mala bavê mi keçikê bi mêvanî
ezê pêşkêşî te bikim şê û
terzê di hakimî
biskê di şê, dêmê gulî, yanaxê ehmedî,
le bê bavo cotê zermemikê nûhildayî Gewra mi
ax yar Gewra mi, ax Rebiyo sibe ye Gewra mi ne li mal e
keçikê dema te nebînim bê te nayê sebra mi
bê Rebiyo hoy li minê sebra mi sebrê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum