Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Yar Gidî Yar
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Yar Gidî Yar

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Erê lê lê Dîlberê ca rabe
emê bi destê hevdu bigirin qasekê meşkin ser kaniyê
ax ser kaniyê wê wê lê ser kaniyê
bihîstina mi bihîstiye gelo kotiyê miskînê heramî mêrê xirab miriye li welatê xerîb û xerîbistanê li qurbetiyê
tu rabe vê sibengê qasekî tevdîra xwe bibîne
were here derbasê mala me bibe serxweşiyê
ji bo kawê kubarê ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi navê Quranê, bi dîn û îmanê, bi telaqê jinberdanê
kotiyê miskînê heramî mêra bimire ez tu cara narim serxweşiyê kawa min e kubar e nazik û nazenîn
tu rabe ji qarê dilê rezîl bejna zirav bide şitavê
qolê zêra bikute ber kofiyê
emê qasekî meşkin li welatê xerîb û xerîbistanê ji derdê dilê rezîl ra emê meşkin ser kaniyê de destê xwe bidim desta
devê xwe bikim li xal û xeta gerdena te şîrînê, te piçûkê, te xişîmê, te nezanê, te zeriyê gelî heval û hogirno gava xelkê ji min pirsîn go lawko ew çi derd e bi dilê te va
ezê bejim bihîstina mi bihîstiye
miskînê heramî mêrê kotî miriye
ezê bi destê kubara xwe ya bigirim bibime ser hewiyê
yar ax yar yar... yar yar gidî yar

De lo lo lawiko ha hay ê yê...
lawiko dîno ezê rabim vê sibengê malxirabo
ezê ji derdê dilê rezîl ra ezê dilê xwe ji xew rakim
tu dêhna xwe bidê xwe bidime banê qesrê
ji te ra pêşgîra ser destê xwe li bakim
hey lo bêqewlo bêqiraro ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
vê sibengê qar û bêgarê hêwîtiyê barekî giran e
ji qarê dilê rezîl ra ezê ji xwe ra qebûl bikim li dêrisê gunda da tu cara helalî başî û temîzî gelo vê sibengê genca kotiyê mera qebûl nakim
yar ax ha yar yar...
yar
ha yar gidî yar
Kuro kulmalo sibe ye vê sibengê dilê mi ji xwe ra li halê dilê mi dibê
tu rabe emê bi destê hevdu bigirin xwe berdine welatê xerîb û xerîbistanê lixwe kin qatek cilê di rismê
emê xwe berdine geliyek ji geliyê di Bîdlîsê
rûnên ji derd û kulê di dunê
bira xelk bibêjin cota tîra derkevine ji tûrikê dixebtîne cerdê bi cûrdê hayê ê hayê hayê hayê hayê li mi gidî.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.