
Şarkı Sözleri
Ezê diçûme çiyayê bilind zozanê hênik
ji xwe ra zozanê Çemçê ne
ax yar yar ha yar yar...
kuro hêtîmo zozanê hênik zozanê di Çemçê ne
tu dehna xwe bidê vê sibengê malxirabo
gola Çemçê goleke mezin e
li dorê kulîlk û kazî rabûne bîhnê wan çuqasa xweş têne
mi dî kewa gozel e gogerçîn
ji xwe ra ji malê derketî xwe xemiland
ketiye nava komê xaniman û zeriyan û bêrîvana
berê xwe dabû zozan û yayla
tu dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabo
bi çi kêfekî bi çi eşqekî ji xwe ra jêliv tê ne
kewa mi wax ax hey wax û wax hey wax û wax
esmera mi ji xwe ra bi dewrana dunyalikê guven mebe ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi navê Quranê ew çav û buryê reş û belek çêbûne
ji bona axa sar, herçar rojê qebrê ne
kubara mi
yar yar...
Lo lo lawiko sibe ye berjêr meçe berjor mebe
hayê hayê hayê...
hêtîmo berjêr meçe berjor mebe
kerî sûriyê xwe ber bi colan û pîgara mebe
gurê bixwe dizê bibe
xelkê bibê çav û buryê reş û belek dêla yarê bû sebeb e
hey bêbexto ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
vê sibengê van gilî gotina ji mi ra mebêje
em hene çêjkê misilmanan e
ez ji te ra sond bixwim çar rojê dinê
eva axa sar li serê min û te be
dilo yar yar hê yar yar kubara mi yar yar.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum