
Şarkı Sözleri
Delîl yadê mi ji te ra nego eza çûme Bîngola şewitî
li zozana li binê belekiyê
kuro delalîko li derê mala bavê mi rebenê
li binê konê Erebî lo li binê siyê
ezê rabim bejna zirav bidim şitavê
qolê zêra bikutime ber kofiyê ehmediyê
ez ji te ra sond bixwim
ezê şara reş bi ser sûretê sor ê sosinî da berdim bidim bi pêşiyê
îro çendê mi temam bû bi bihîstina mi bihîstiye
tuyê ji bona dilê rezîl pir meraq dikî
sed wehde li bedena mi ketibe
ezê ji bona dev û lêvê şekirî, simbêla sor ê narincî çend saleka qebûl bikim qar û bêgarê lo hewîtiyê
Lê delaliyê diçûme zozanê Bîngolê
îro ji êvara Xwedê da bişewite berxê lo serê çiya
hela bala xwe bidê îro minê bala xwe berdabû
ser fêzî malê me ra derbas dibûn birê koçera lo van keriya ezê qasekî destê bejna zirav bigrim ji zozanê jorîn dakevim zozanê jêrîn emê ji xwe ra rûnên gelo vê sibengê
malxirabo nava qîzan û bûkan lo van zeriya
ez û delalîka dilê xwe bin hêşiya konê Erebî li bin çît û perdê da
bikevine kêf henek û lo laqirdiya
berxa dilê mi tu dêhna xwe bidê minê bala xwe berdayê
rengê kewa gozel li me zer bûye
ezê çi korayê bi çavê xwe da bînim
nizanim ji bona toz xubarê lo van keriya
îro ji êvar da cuwabekî nebxêr ji mi ra hatiye
dibê kotiyê mêrê kewa gozel miriye
îro bi şûn da ez evdalê Xwedê qîzan û bûka berdim
bikevime gelo li ser şopa jinebiya
tu dêhna xwe bidê li hêşya konê Erebî bejna zirav bigirim ramîsanekî kerem bikim li dev û lêvê şekirî lo li xala rûya.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum