Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Çavbeleka Min Tu Yî
Aram Tîgran
ŞARKI SÖZÜ

Çavbeleka Min Tu Yî

Aram Tîgran
Kürtçe Müzik👁 4 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Çavbeleka min tu yî
Porxeleka min tu yî
Sir meleka min tu yî
Lê dilbikovan ez im

Ya dil birîn kir tu yî
Ceger bi xwîn kir tu yî
Dil har û dîn kir tu yî
Ax kuştiyê çavan ez im

Memik ji sêvan tu yî
Şekir ji lêvan tu yî
Di dilê mêvan tu yî
Gorî û qurban ez im

Taca delala tu yî
Şewqa şemala tu yî
Kara xezala tu yî
Bi qîr û giryan ez im

Gula li baxan tu yî
Pêta çiraxan tu yî
Derdê pêsaxan tu yî
Yê dilbiêşan ez im

Gul devşirîn tu yî
Stêr û perwîn tu yî
Şêrîn û Mem Zîn tu yî
Mem ê di zindan ez im

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Aram Dîkran

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.