Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Derdê Welat
Aram Tîgran
ŞARKI SÖZÜ

Derdê Welat

Aram Tîgran
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Gelî Kurdan îro Kurdistana delal ber bi ronahiyê ve diçe. Tovê jiyaneke nû şîn dibe û têkoşîna rizgariya mirovatiyê jî bilind dike. Ev jî cenga hebûna Kurdên hemdemî ye. Vê rastiya ku sê netewî afiranidiye hembêz bikin, biparêzin û heya serkeftinê bitekoşin. Eyan e ku şoreşa Kurdistan ji boy hemû gelên bindest bûye nimûneyek. Dilê Aram Dîkran jî bi vê têkoşîna we di ango rastiyê de dê tim bi we re be. Ez vê kaseta xwe diyarî rêberiya şoreşa Kurdistan dikim.

Derdê welat peyde dike jan û kulek
Nav û dil ceger êşiya gelek gelek

(Koro)
Ey welato em heliyan
Ceger li erdê riziyan
Xwîn herikî û meşiyan

Ey welato em bîr nakin derba xedar
Dijmin li ser serê me bûye dîn û har

Hezar sal in ser me bûye tim ezab e
Ser serê me dike bextê zor xirab e

Ey welato bes e hezar sal em mirin
Terş û talanê me dijmin ji xwe re birin

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.