Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Em Xortê Kurd In

🎵
Şarkı Sözleri
Em xortê Kurd in li ser çiya ne
Kurd in şoreşger in, Gerîla ne
Şirîn hezkiriyê hevalan e
Ji boy gelê xwe canfeda ne
Serxwebûn û azadiya gelê me
Barekî giran li ser milê me
Hezaran şehîd naçin ji bîra me
Bûye derd û kul nav dilê me
Kurdistan deşt û çiya û gelî ne
Partîzan rêzbirêz in bicî ne
Nav şikeft û daran veşartî ne
Tirsa wan ser dijmin dimîne
Em şer dikin havîn zivistan
Dimînin bêcî bêwaristan
Em ê şer kin welat aza kin
Dayika me yî şêrîn Kurdistan
Gotin:Şervanên Azadiyê
Awaz: Aram Dîkran
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum